Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin 2022-02-06 22:58:03   MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li Qoserê bi 5 zimanan şahiya guhdariya helbestan li dar xist.   Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li navçeya Qosera Mêrdînê di çarçoveya "Projeya Diyaloga Ji Bo Guhertina Rêya Çand û Hunerê" bi zimanên kurdî, tirkî, erebî, suryanî û ermenkî şahiya guhdariya helbestan li dar xist. Şahî li eywana komeleyê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Yên helbest xwendin cilên netewî li xwe kirin û bi dorê derketin ser dikê û helbest xwendin.    Piştî guhdariya helbestan, şahî li ber stranên hatin gotin bi dawî bû.