Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin

img

COLEMÊRG - Li navçeya Çelê 14 malên dîrokî ku tomarkirî ne û îhaleya restorasyona wan nehatiye kirin, bi hilweşandinê re rûbirû ne. 

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê keleh û malên dîrokî ji ber xemsariya rayedaran bi rûxandinek mezin bi hilweşînê re rûbirû ne. Ev qesr û qonax di nava xelkê Çelê de wek “Qesrên Çelê” tên pênasekirin. Li gorî hin l3ekolîner û dîroknasan dîroka wan 500 salî ye û li gorî hinan jî 700 salî ye. Ev qesr û qonax ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hatiye rûxandin. Her wiha baran û berfa dibare jî xesarek mezin dide van malên dîrokî. Ji ber xemsariyê dîwar û arîkên malan hilweşiyan e. 
 
14 MAL WÊ TUNE BIBIN 
 
Şaredariya Çelê ya di bin rêveberiya qeyûm de û Projeya Anatoliya Rojhilat a Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ve di sala 2017’an de ji 21 van malên dîrokî ku tomarkirî ne ji bo restorasyona 7 malan biryara îhaleyê derxist. Ev 7 mal hatin restorekirin. Lê 14 malên mayî di şûna xwe de hatin hiştin. Ji ber ev malên dîrokî nayên çêkirin roj bi roj piço piço hildiweşin. 
 
NAVÇE GELEK CARAN HATIYE HILWEŞANDIN 
 
Haci Dûran (78) ê li ser dîroka navçeyê lêkolînan dike diyar kir ku malbata wî 600 sal berê li navçeyê bicih bûye û seranserî jiyana xwe qet ji navçeyê derneketiye. Dûran anî ziman ku navçeya wan xwedî dîrokek raborî ye û ev malên dîrokî parçeyek biçûk ên ji vê dîroka kevnare ne û seranserî dîrokê navçe gelek caran hatiye hilweşandin û şewitandin. 
 
‘ÎNSAN BI DÎROKA XWE TÊN NASÎN’ 
 
Dûran destnîşan kir ku ji bo keleh û malên li dîrokî yên li navçeyê hilneweşin divê berpirsiyariya dikeve ser milê her kesekî pêk bîne û avahiyên bi hilweşandinê re rûbirû ne werin restorekirin. Dûran anî ziman ku ji bo nifşên siberojê vê dîrokî bibînin divê ev dîrok winda nebe û got: “Em xwedî li van malên xwe dîrokî derkevin. Ez hêvîdar im wê şaristanî û çanda me winda nebe. Însan bi dîrok û çandên xwe tên nasîn.”