SEMSÛR - Şaredarên CHP’ê û gelek kesan serdana şîna endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder a li Semsûrê kirin.
Şîna Sirri Sureyya Onder a li warê wî Semsûrê di roja 2’yan de ye. Danê sibehê bi sedan kesan serdana şînê kir û sersaxî xwestin. Di serî de Semsûr, Dîlok, Riha, Mereş, Meletî û Amed, ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê hezkiriyên Onder serdana şînê kirin û sersaxî xwestin.
Birayê Sirri Sureyya Onder Alî Onder û malbata wî beşdarên şînê pêşwazî kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Alî Bozan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenşayar, Omer Ocalan, Sevîlay Çelenk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Riha û Semsûrê jî beşdarî şînê bûn.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar jî beşdarî şînê bû. Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere û şandeya CHP’î ya pê re sersaxî dan malbatê.
Serdanên ji bo şînê didomin.