Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir

img
AMED - Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Serokê Baroya  Amedê Tahir Elçî yê 5 sal berê li Sûrê hat qetilkirin,  strana “Hewar” li ser medya înternetê parve kir. 
 
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi di 28'e mijdara 2015’an de li ber Mînareya 4 ling a Sûra Amedê dema daxuyanî dida bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma û hat qetilkirin. Kardeş Turkuler, piştî 5 salan ji bo Tahir Elçî bibîr binin, strana bi navê "Hewar" nivisandin û li ser medya înternetê parvae kirin. Koma Kardeş Turkuler bi navê Hewar stran parve kir. 
 
Gotinên stranê yên bi kurdî wiha ye: 
 
Dema dibû payîz 
 
Qûling di hatin ba te ref bi ref 
 
Ji ezmana keder dibarîya 
 
Erd dibû hewar hey hewar 
 
Dema dibû bûhar 
 
Qûling vedigerîyan dîsa ref bi ref 
 
Ji ezmana dîsa keder dibarîya
 
Erd ju nûvde dibû 
 
Hewar hey hewar 
 
Payîz deme ku wendabu 
 
Ezman tu bû 
 
Erd tu bû 
 
Qûling ez bûm 
 
Qûling di ezmanande wendabu 
 
Ezman tu bû
 
Erd tu bû
 
Qûling ez bû.