Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir 2020-11-28 10:37:25   AMED - Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Serokê Baroya  Amedê Tahir Elçî yê 5 sal berê li Sûrê hat qetilkirin,  strana “Hewar” li ser medya înternetê parve kir.    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi di 28'e mijdara 2015’an de li ber Mînareya 4 ling a Sûra Amedê dema daxuyanî dida bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma û hat qetilkirin. Kardeş Turkuler, piştî 5 salan ji bo Tahir Elçî bibîr binin, strana bi navê "Hewar" nivisandin û li ser medya înternetê parvae kirin. Koma Kardeş Turkuler bi navê Hewar stran parve kir.    Gotinên stranê yên bi kurdî wiha ye:    Dema dibû payîz    Qûling di hatin ba te ref bi ref    Ji ezmana keder dibarîya    Erd dibû hewar hey hewar    Dema dibû bûhar    Qûling vedigerîyan dîsa ref bi ref    Ji ezmana dîsa keder dibarîya   Erd ju nûvde dibû    Hewar hey hewar    Payîz deme ku wendabu    Ezman tu bû    Erd tu bû    Qûling ez bûm    Qûling di ezmanande wendabu    Ezman tu bû   Erd tu bû   Qûling ez bû.