Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
- analîz
- 09:08 24/11/2022
Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê dît û nivîsî…
Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê dît û nivîsî…
Nivîskar Berrîn Sonmez a endama EŞÎK’ê diyar kir ku yek ji tundiya li ser jinan jî siyaseta nêrza ye û têkoşîna jinên HDP’yî ji ya jinên din ên di nava muxalefetê de bi hêztir e.
Aktîvîsta mafên jinan Tooba Lutfî diyar kir ku astenga herî mezin a li ber pergala Talîban têkoşîna jinan e û wiha got: “Niha em weke li Îranê berxwedaneke baş nikarin nîşan bidin lê em hêdî û ji kûr ve xwe bi rêxistin dikin, em ê di nava demê bi awayekî baş werin. Ji bi hev re ne, armanc diyar e.”
Endama NADA’yê Sewsen Mehmûd têkildarî têkoşîna jinan wiha got: "Sedsala 21'emîn di pêşengiya jinên Rojhilata Navîn de tê birêxistinkirin. Di encama nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser jinan de, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ şoreş hat destpêkirin. Ez dikarim bi dilgermî bêjim ku jinên cîhanê çareseriyê di paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan de dibînin.”
Rojnamegera ji rojhilat Evîn Keştkar diyar kir ku piraniya civakê di wê baweriyê de ye ku bêyî azadiya jinan azadiya civakê ne pêkan e û got: “Destpêkerê têkoşînê Kurdistanê ye. Tevî hemû êrişan jî teqez em ê bi ser bikevin.”
Rêvebira Xebatên Qada Civakî ya Weqfa Mor Çatiyê Bîrgul Karakaş diyar kir ku bi saya têkoşîna jinan, tundiya zilaman a di nava civakê de êdî ji mijarên “li ser nayê axaftin” derketiye û wiha got: “Lê belê ji ber ku dewlet berpirsyariyên xwe bicih nayîne, di roja me de bi awayên cuda zêdetir dibe. Têkoşîna jinan, hem jin û hem jî tundî berbiçav kir.”
Hat hînbûn ku MÎT, li Dîlokê bi Artêşa Sûriyeya Azad û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye. Di civînan de radestkirina Efrînê û derdora wê hatiye nîqaşkirin ku wê bidin HTŞ'ê.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi berxwedana li Îmraliyê komplo vala derxist û destnîşan kir ku azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derxistina xwe ya ji Sûriyeyê û anîna Îmraliyê weke “Komploya Sedsala 21’emîn” pênase dike û dibêje ku bi saxmayîna wî re komplo pêç bûye.
Di wêneyên peykê yên herêma Bestayê de xuya dibe ku qada daristanê hatiye tunekirin û bi hezaran dar hatine birîn. Xwediyên erd, derheqê birîna daran de doz vekir û gotin: “Bi qanûnên xwe nakin. Hiqûqa li vir cuda ye. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin.”
Cerdevan li herêma Bestayê di 2 salan de 500 hezar ton dar birîn û bi destûra Midûriyeta Bajêr a Daristanê tonek dar bi hezar û 175 lîreyî difiroşin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz diyar kir ku ew ê doza daran bibin DMME’yê û got: “Ji ber ev talankirin li Şirnexê ye, çav kor in û guh kerr dibin.”
Çiyayê Agirî ango Araratê seranserî dîrokê ji bo kurdan bûye cihê jîn û berxwedanê. Rêwîtiya lûtkeya Araratê dike ku meriv cîhanek din bibîne. Di her gava rêwîtiya Araratê de mirov digihîje biliandahî û heybetiya wê.
Şoreşa Rojava ku bûye modela jiyana hevpar a gelan, 10 sal li dû xwe hiştin. Endama Koordînasyona Kongreya Starê Welîda Botî anî ziman ku şoreşê bi pirrengiya xwe dewlemendiyeke mezin afirandiye.
Di konferansa HDP’ê de hem ji bo desthilatdariyê û hem jî ji bo muxalefetê peyam hatin dayîn. Di konferansê de hem pergala otorîter a deshtilatdariyê û hem jî restorasyona berê ya muxalefetê hate rexnekirin û li dijî ferzkirinan jî banga berxwedanê hate kirin.
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar piştî windahiyên zêde yên leşkeran çû ser xeta sînor û ji bo planên nû bi Endamê Polîtbûroya PDK’ê Elî Ewnî re civînek li dar xist. Hat zanîn ku Tîma Xencer û komên Lîwa 4 tev li êrişan hatine kirin.