Li Amedê polîsan ciwanek kuşt

  • rojane
  • 14:08 14 Nîsan 2019
  • |
img
AMED - Li Amedê, polîsan ciwanekî ku li parkê rûniştibû kuştin. 
 
Li nêzî Sumerpark a Yenîşehîra Amedê, saet li texma 4'an polîsan ciwan bi navê Recep Hantaş bi çekê kuşt. Tê gotin, wexta Hantaş û ciwanekî ku navê wî nehat hînbûn li parkê rûniştibûn polîsan bi çekê bera serê Hantaş daye. Hantaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Cenazeyê Hantaş, îro danê nîvli Goristna Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin. 
 
Polîsan, nehişt ji xeynî malbatê kes têkeve goristanê û têketin û derketina goristanê girtin. Hat hînbûn wê taziyeya Hantaş li Mala Şînê ya Ehmedê Xanî be. 
 
Her wiha hat ragihandin ku ciwanên li cem Hantaş û navê wî nehat hînbûn jî hatiye binçavkirin. Nehat hînbûn ciwanê hatiye binçavkirin birine kuderê. Tê gotin, polîsan ji malbata Hantaş re gotiye kesê li cem Hantaş bûye "navê wî di lîsteya terorê de ye". 
 
Hantaş, di sala 1999'an de li Licê hatiye dinê. 

Sernavên din

09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
04/11/2025
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
03/11/2025
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
02/11/2025
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
01/11/2025
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
30/10/2025
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
29/10/2025
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’