Li Amedê polîsan ciwanek kuşt 2019-04-14 14:08:11   AMED - Li Amedê, polîsan ciwanekî ku li parkê rûniştibû kuştin.    Li nêzî Sumerpark a Yenîşehîra Amedê, saet li texma 4'an polîsan ciwan bi navê Recep Hantaş bi çekê kuşt. Tê gotin, wexta Hantaş û ciwanekî ku navê wî nehat hînbûn li parkê rûniştibûn polîsan bi çekê bera serê Hantaş daye. Hantaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Cenazeyê Hantaş, îro danê nîvli Goristna Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.    Polîsan, nehişt ji xeynî malbatê kes têkeve goristanê û têketin û derketina goristanê girtin. Hat hînbûn wê taziyeya Hantaş li Mala Şînê ya Ehmedê Xanî be.    Her wiha hat ragihandin ku ciwanên li cem Hantaş û navê wî nehat hînbûn jî hatiye binçavkirin. Nehat hînbûn ciwanê hatiye binçavkirin birine kuderê. Tê gotin, polîsan ji malbata Hantaş re gotiye kesê li cem Hantaş bûye "navê wî di lîsteya terorê de ye".    Hantaş, di sala 1999'an de li Licê hatiye dinê.