Têkoşerê mafên mirovan çavşikestî nabin, têkoşînê bilindtir dikin'

  • rojane
  • 09:11 16 Îlon 2018
  • |
img
AMED - Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê li dijî qanûnê ye û got: "Kesên ji bo mafên mirovan têdikoşin çavşikestî nabin, têkoşîna xwe bilindtir dikin." 
 
Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û destnîşan kir  ku ev pêkanînên antî demokratîk li dayikan tenê nayê kirin, di şexsê wan de li derdora muxalif hemû tê kirin û got: "Em dibînin ku erka rêveberiyê hewl dide muxalefeta civakiyî hemû bitepisîne. Ev hewldanên ku kesên dewletê bi rê ve dibin dikin, di heman wextê de ji bo sergirtina sûcan e û nekifşbûna heqîqetê ye. Bi salan e em dibêjin 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin.' Lê a rast ev êrîş nîşan didin ku ka kiryar kî ne. Êrîşî dayikên daxwazên xwe yên sereke tînin ziman dikin. Lê kesên ev cinayet kirine lêkolîn nakin." 
 
‘LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN ' 
 
Fîncanci, destnîşan kir ku qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê li dijî Qanûna BIngehîn, peymanên navnetew û îçtihadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne û got: "Di çalakiya Dayikên Şemiyê de tenê em behsa dayikan nakin, em behsa mirovên ku li windayên xwe digerin dikin. Em behsa mafê şîngirtinê dikin. Pênaseyeke wek 'şîngirtin ji bo koma A heye, ji bo koma B tune ye' ne mimkun e." 
 
Fîncanci, bilêv kir ku tevî hemû çewisandina jî dê çalakiya Dayikên Şemiyê dewam bike û got: "Kesên ji bo mafên mirovan têdikoşin çavşikestî nabin, têkoşîna xwe bilindtir dikin. Her wiha her ku em mafên xwe bi dest bixin, em ji bo mafan bêtir têdikoşin. Em wêrek in û ji bo ev wêrekbûyîn li tevahiya gelên Tirkiyeyê belav bibe, ji destê me çi bê em ê bikin." 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye