Têkoşerê mafên mirovan çavşikestî nabin, têkoşînê bilindtir dikin' 2018-09-16 09:11:05   AMED - Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê li dijî qanûnê ye û got: "Kesên ji bo mafên mirovan têdikoşin çavşikestî nabin, têkoşîna xwe bilindtir dikin."    Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û destnîşan kir  ku ev pêkanînên antî demokratîk li dayikan tenê nayê kirin, di şexsê wan de li derdora muxalif hemû tê kirin û got: "Em dibînin ku erka rêveberiyê hewl dide muxalefeta civakiyî hemû bitepisîne. Ev hewldanên ku kesên dewletê bi rê ve dibin dikin, di heman wextê de ji bo sergirtina sûcan e û nekifşbûna heqîqetê ye. Bi salan e em dibêjin 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin.' Lê a rast ev êrîş nîşan didin ku ka kiryar kî ne. Êrîşî dayikên daxwazên xwe yên sereke tînin ziman dikin. Lê kesên ev cinayet kirine lêkolîn nakin."    ‘LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN '    Fîncanci, destnîşan kir ku qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê li dijî Qanûna BIngehîn, peymanên navnetew û îçtihadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne û got: "Di çalakiya Dayikên Şemiyê de tenê em behsa dayikan nakin, em behsa mirovên ku li windayên xwe digerin dikin. Em behsa mafê şîngirtinê dikin. Pênaseyeke wek 'şîngirtin ji bo koma A heye, ji bo koma B tune ye' ne mimkun e."    Fîncanci, bilêv kir ku tevî hemû çewisandina jî dê çalakiya Dayikên Şemiyê dewam bike û got: "Kesên ji bo mafên mirovan têdikoşin çavşikestî nabin, têkoşîna xwe bilindtir dikin. Her wiha her ku em mafên xwe bi dest bixin, em ji bo mafan bêtir têdikoşin. Em wêrek in û ji bo ev wêrekbûyîn li tevahiya gelên Tirkiyeyê belav bibe, ji destê me çi bê em ê bikin."