Zema rêya nava bajar rastî bertekan hat

  •  
  • 09:04 15 Îlon 2018
  • |
img

WAN – Krîza aborî li Tirkiye di her qadê jiyanê de bandora xwe dide der. Ajokarên dolmîşan ê nava bajar ji bo mazot buha bû heqê rê 50 kuriş zem kirin. Ji er ajokaran heqê rê zem kirin welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Xwendekarên dibistanê jî diyar kirin ku heqê xwarina xwe didin heqê rê. 

Kriza aborî li Tirkiye bi her awayî bandora xwe li ser jiyana welatiyan dide xuyakirin. Ji ber krîza aborî kûr dibe hemû lêçûn buha dibe. Ajokarên dolmîşên rêwiya nava bajar ji ber buhabûna mazotê heqê rê ji 1,75 tl kirin 2,25 tl. Li hemberî vê yekê bertek û nerazîbûnê welatî û xwendekaran zêde dibin. Xwendekaran bertek nîşanî zêdebûna 50 kuriş heqê rê dan û diyar kirin ku ew hewê xwarina xwe ya nîvro didin heqê rê. 
 
Welatiyan diyar kirin ku heqê rê çûn û hatin êdî bûye 5 tl û ev yek bandore li ser aboriya wan dike. Welatî Muhammet Kaya, anî ziman ku buhabûna heqê rê bandorek neyînî li ser wan kiriye û wiha got: "Heqê çûn û hatina rê 5 tl dike. Ev bandonek neyînî li ser aboriya me dike." 
 
Xwendekarên zaningeh û dibistanê jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew neçarin rojê 5 tl bidin heqê rê. Xwendekar Îbrahim Tunçer anî ziman ku hemû qercê xwe yê dibistanê dide heqê rê û wiha got: "Em rojê 5 tl didin heqê rê. Em wekî xwendekar mexdûr in. 
 
Xwendekar Omer Yildiz jî anî ziman ku hem zexîre zêde buha bûne û hem jî heqê rê çûn û hatin  bûye 5 tl û wiha got: "Lîtreya mazotê bûye 7 tl. 50 kuriş heqê rê zem kirin." 
 
Welatî Şukran Kurt ji anî ziman ku ew û 4 zarokên xwe bi  dolmişan diçin û tên û ev yek li ser wan bargiraniyek mezin e û wiha got: "Em her rojê 20 tl didin heqê rê. Hefteyekî 120 tl didin heqê rê. Kutiya ava firengan a 300 gram bûye 10 tl. Kiloya rizê bûye 10 tl. Êdî em nikarin debara xwe bikin. 
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye