Zema rêya nava bajar rastî bertekan hat 2018-09-15 09:04:32 WAN – Krîza aborî li Tirkiye di her qadê jiyanê de bandora xwe dide der. Ajokarên dolmîşan ê nava bajar ji bo mazot buha bû heqê rê 50 kuriş zem kirin. Ji er ajokaran heqê rê zem kirin welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Xwendekarên dibistanê jî diyar kirin ku heqê xwarina xwe didin heqê rê.  Kriza aborî li Tirkiye bi her awayî bandora xwe li ser jiyana welatiyan dide xuyakirin. Ji ber krîza aborî kûr dibe hemû lêçûn buha dibe. Ajokarên dolmîşên rêwiya nava bajar ji ber buhabûna mazotê heqê rê ji 1,75 tl kirin 2,25 tl. Li hemberî vê yekê bertek û nerazîbûnê welatî û xwendekaran zêde dibin. Xwendekaran bertek nîşanî zêdebûna 50 kuriş heqê rê dan û diyar kirin ku ew hewê xwarina xwe ya nîvro didin heqê rê.    Welatiyan diyar kirin ku heqê rê çûn û hatin êdî bûye 5 tl û ev yek bandore li ser aboriya wan dike. Welatî Muhammet Kaya, anî ziman ku buhabûna heqê rê bandorek neyînî li ser wan kiriye û wiha got: "Heqê çûn û hatina rê 5 tl dike. Ev bandonek neyînî li ser aboriya me dike."    Xwendekarên zaningeh û dibistanê jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew neçarin rojê 5 tl bidin heqê rê. Xwendekar Îbrahim Tunçer anî ziman ku hemû qercê xwe yê dibistanê dide heqê rê û wiha got: "Em rojê 5 tl didin heqê rê. Em wekî xwendekar mexdûr in.    Xwendekar Omer Yildiz jî anî ziman ku hem zexîre zêde buha bûne û hem jî heqê rê çûn û hatin  bûye 5 tl û wiha got: "Lîtreya mazotê bûye 7 tl. 50 kuriş heqê rê zem kirin."    Welatî Şukran Kurt ji anî ziman ku ew û 4 zarokên xwe bi  dolmişan diçin û tên û ev yek li ser wan bargiraniyek mezin e û wiha got: "Em her rojê 20 tl didin heqê rê. Hefteyekî 120 tl didin heqê rê. Kutiya ava firengan a 300 gram bûye 10 tl. Kiloya rizê bûye 10 tl. Êdî em nikarin debara xwe bikin.