Hatîmogûllari: Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyînê yê nav Rojhilata Navîn dibîne

  • rojane
  • 09:10 10 Tîrmeh 2018
  • |
img

EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyîna nav Rojhilata Navîn dibîne û polîtîkayên AKP'ê yên bi vî rengî cihêkariyê dixe navbera gelan. 

Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, polîtîkayên Tirkiyeyê yên derbarê Rojhilata Navîn de û bandorên wê yên li ser herêmê nirxandin. Hatîmogullari anî ziman ku AKP ji polîtîkaya "qedandina pirsgirêkan" hatiye noqteya "nebûna aştiyê". Hatîmogûllari destnîşan kir ku sedema ku evqas sal in AKP li ser dar e Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) e. Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo ku hêzên emperyalîst armancên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin, îktîdara AKP'ê destek dikin û got: "AKP pêşî bi polîtîkayeke aştiyane derket holê. Hema bêje hemû sînorên Tirkiyeyê ji mayinan paqij kirin. Me ewil ev tişt wekî hewldaneke aştiyane didît. Lê belê paşê me fêm kir ku, ji şerê ku dê li Sûriyeyê dest pê bike kiriye da ku milîsên cîhadîst bi rihetî biçin û bên. Niha em serwext dibin ku paqijkirina mayinan ne ji bo tiştekî aştiyane bû, ji bo amadekariya şer bû." 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku dema AKP bû îktîdar polîtîkayeke derve ya "qedandina pirsgirêkan" esas girt, lê belê niha hatiye asta polîtîkaya "nebûna aştiyê". 
 
Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyîna nav Rojhilata Navîn dibîne û got: "Yek; Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasyînî yê nav Rojhilata Navîn dibîne. Dudo; Tirkiyeya ku hevsenga navbera rojava û rojhilat e, niha di navbera NATO û Rûsyayê de reqsê dike." Hatîmogûllari, da zanîn ku Tirkiye dixwaze bi dagirkirina Minbicê Mertala Firatê û operasyona Efrînê bidomîne û serketina Erdogan a di 24'ê Hezîranê de jî têkildarî vê yekê ye. 
 
Hatîmogûllari, anî ziman ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê ne li gor berjewendiyên gelan e û got: "Dê ev şer ji bilî xwîn, birçîbûn û zilmê pêvtir tiştekî nede gelên Tirkiye û Rojhilata NAvîn. Di operasyona Efrînê de kesên mirin kurd û ereb bûn. Lê belê îktîdarê daxuyand ku 'me ev qas terorîst kuştin.' Divê ji bo îfşakirina yekzilamî û rejîma yekpartiyî, em ji gelê xwe re bibêjin ku yên ku wir hatin kuştin kurd û ereb bûn û îktîdar dixwaze xwe li ser vê yekê bi rê ve bibe." 
 
Hatîmogûlalri, anî ziman ku ew dixwazin civakeke ku serê tiliya kesekî jî neêşe û xwînî nebe biafirînin û got: "Ji bo polîtîkayeke Rojhilata Navîn ku mirov qet nemirin û ji mal û milkê xwe nebin em ê têdikoşin." 
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye