Hatîmogûllari: Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyînê yê nav Rojhilata Navîn dibîne 2018-07-10 09:10:14 EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyîna nav Rojhilata Navîn dibîne û polîtîkayên AKP'ê yên bi vî rengî cihêkariyê dixe navbera gelan.  Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, polîtîkayên Tirkiyeyê yên derbarê Rojhilata Navîn de û bandorên wê yên li ser herêmê nirxandin. Hatîmogullari anî ziman ku AKP ji polîtîkaya "qedandina pirsgirêkan" hatiye noqteya "nebûna aştiyê". Hatîmogûllari destnîşan kir ku sedema ku evqas sal in AKP li ser dar e Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) e. Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo ku hêzên emperyalîst armancên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin, îktîdara AKP'ê destek dikin û got: "AKP pêşî bi polîtîkayeke aştiyane derket holê. Hema bêje hemû sînorên Tirkiyeyê ji mayinan paqij kirin. Me ewil ev tişt wekî hewldaneke aştiyane didît. Lê belê paşê me fêm kir ku, ji şerê ku dê li Sûriyeyê dest pê bike kiriye da ku milîsên cîhadîst bi rihetî biçin û bên. Niha em serwext dibin ku paqijkirina mayinan ne ji bo tiştekî aştiyane bû, ji bo amadekariya şer bû."    Hatîmogûllari, diyar kir ku dema AKP bû îktîdar polîtîkayeke derve ya "qedandina pirsgirêkan" esas girt, lê belê niha hatiye asta polîtîkaya "nebûna aştiyê".    Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyîna nav Rojhilata Navîn dibîne û got: "Yek; Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasyînî yê nav Rojhilata Navîn dibîne. Dudo; Tirkiyeya ku hevsenga navbera rojava û rojhilat e, niha di navbera NATO û Rûsyayê de reqsê dike." Hatîmogûllari, da zanîn ku Tirkiye dixwaze bi dagirkirina Minbicê Mertala Firatê û operasyona Efrînê bidomîne û serketina Erdogan a di 24'ê Hezîranê de jî têkildarî vê yekê ye.    Hatîmogûllari, anî ziman ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê ne li gor berjewendiyên gelan e û got: "Dê ev şer ji bilî xwîn, birçîbûn û zilmê pêvtir tiştekî nede gelên Tirkiye û Rojhilata NAvîn. Di operasyona Efrînê de kesên mirin kurd û ereb bûn. Lê belê îktîdarê daxuyand ku 'me ev qas terorîst kuştin.' Divê ji bo îfşakirina yekzilamî û rejîma yekpartiyî, em ji gelê xwe re bibêjin ku yên ku wir hatin kuştin kurd û ereb bûn û îktîdar dixwaze xwe li ser vê yekê bi rê ve bibe."    Hatîmogûlalri, anî ziman ku ew dixwazin civakeke ku serê tiliya kesekî jî neêşe û xwînî nebe biafirînin û got: "Ji bo polîtîkayeke Rojhilata Navîn ku mirov qet nemirin û ji mal û milkê xwe nebin em ê têdikoşin."