Li gundê Leyla bêdengiya mirinê heye, zarok nalîzin

  • rojane
  • 09:09 10 Tîrmeh 2018
  • |
img

AGIRÎ - Li Agiriyê li gundê Leyla Aydemîr a 4 salî ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, hema bêje êdî zarokek jî dernakeve derve û nalîze. Gundiyên na axivin, anîn ziman ku heta kujer neyê dîtin ew ê neaxivin. 

Li gundê Bezirganê yê Agiriyê di roja ewil a cejnê de Leyla Aydemîr a 4 salî winda bûbû û piştî 18 rojan şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Niha li gundê Leylayê bêdengiyek heye û hema bêje li vî gundê ku 15 mal lê hene li kuçeyan zarokek jî naxuyê. Derî û paceyên hemû malan girtî ne, hema bêje gund di şînê de ye. 
 
LI GUND KES NAAXIVE
 
Li gund hema bêje kes naxivi. Her wiha li ber mizgefta ku şîna Leylayê lê hatiye dayîn gelek wesayît hene. Gundiyên ku me mîkrofon dirjî wan kir wekî ku hemûyan li hev kiribe, kes naaxive. Tenê ji bo pirsa derbarê Leylayê de dibêjin: "Em tiştekî nizanin. Çi agahî hebin li emniyetê ne." 
 
Gundiyekî 20 salî, anî ziman ku gundiyên xeber nadin gumanê ji hev dikin. Li gorî gundiyên ku naxwazin navên wan bên aşkerekirin, diyar kirin ku ne mimkun e ku kes an jî kesên ji derve Leylayê qetil kiribin. Şêniyekî gund diyar kir ku kiryar ji gundê wan e û got: "Em nikarin têkevin ber gunekî kesî, lê ne ew kes ne ji gund bûna dê cenaze di 18 rojan de nehatana dîtin. 
 
'EGER DARVEKIRINÊ BÎNIN DÊ PÊŞÎ KURDAN BI DAR VE BIKIN' 
 
Şêniyên gund bal kişandin nîqaşên derbarê darvekirinê de û destnîşan kirin ku divê sûcdar bên cezakirin, lê belê darvekirinê pirsgirêkê çareser nake. Gundiyekî extiyar got: "Eger darvekirinê bê dê pêşî meleyên kurd bi dar ve bikin. Em Şêx Seîd û meleyên din dizanin. Darvekirin en çareserî ye, divê ev feraset biguhere. Her wiha gundiyekî ciwan jî got: "Eger darvekirinê bînin dê pêşî muxalif û kurdan bi dar ve bikin. Dê kesên tecawuzê dikin li rastê bigerin. Em naxwazin gundê me ji bo vê yekê wekî hincet bê nîşandan." 
 
BAVÊ LEYLAYÊ: BILA HERKES XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVE 
 
Bav Nîhat Aydemîr got: "Piştî 18 rojan şûnde cenazeyê keça min avêtin nav avê. Kujer nehat dîtin. Gelo ew kujer di nav me de ye an na. Em vê yekê nizanin, lê cenaze anî û danî wir û çû." 
 
Bav Aydemîr, anî ziman ku ew nizane li Tirkiyeyê rojê çend zarok wenda dibin û xwest Leylayê zaroka dawî be. Aydemîr got: "Înşelleh piştî Leylayê tiştekîw isa hew çêdibe. Mala hemû kesên ji bo dîtina Leylayê tev geriyan ava be. Bang li hemû mirovan dikim; hay ji zarokên xwe hebin, kujer di nav me de ne. Ji Xwedê natirsin, ji kerema xwe bila herkes heta ku kujer bên dîtin hay ji zarokên xwe hebin." 
 
XWEST KUJER BÊ DÎTIN 
 
Bav Aydemîr, xwest kujerê Leylayê bê dîtin û got: "Niha dixwazim vê kêliyê kujerê Leylayê bê dîtin. Bila ev kujer bê dîtin da ev bar ji ser milê me rabe. Kujer kî be divê rojek berî rojekê derkeve holê. Dixwazim dewlet vî kujerî bibîne û wisa bawer dikim ku dê bibîne jî." 
 
Bav Aydemîr, diyar kir ku wekî kujer hin xizmên wî hatine nîşandan, lê belê ew ê kesên ev tişt kirine gilî bikin. Bav Aydemîr got: "Mehmet Aydemîr û birayê min Mûsa Aydemîr roja cejnê heta êvarî li cem min bûn. Em bi hev re li Leylayê digeriyan, me nobet digirt. Kî ev tiştan derdixe, dibe ku kesên ev tiştan derdixin şebeke bin jî. Bila li van kesan jî bipirsin. Tiştekî ku bi çavê xwe nedîtibin çima dibêjin. Kesên van tiştan dibêjin têkilya wan bi vê şebekê re heye. Em ê giliyê wan bikin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye