Li gundê Leyla bêdengiya mirinê heye, zarok nalîzin 2018-07-10 09:09:40 AGIRÎ - Li Agiriyê li gundê Leyla Aydemîr a 4 salî ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, hema bêje êdî zarokek jî dernakeve derve û nalîze. Gundiyên na axivin, anîn ziman ku heta kujer neyê dîtin ew ê neaxivin.  Li gundê Bezirganê yê Agiriyê di roja ewil a cejnê de Leyla Aydemîr a 4 salî winda bûbû û piştî 18 rojan şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Niha li gundê Leylayê bêdengiyek heye û hema bêje li vî gundê ku 15 mal lê hene li kuçeyan zarokek jî naxuyê. Derî û paceyên hemû malan girtî ne, hema bêje gund di şînê de ye.    LI GUND KES NAAXIVE   Li gund hema bêje kes naxivi. Her wiha li ber mizgefta ku şîna Leylayê lê hatiye dayîn gelek wesayît hene. Gundiyên ku me mîkrofon dirjî wan kir wekî ku hemûyan li hev kiribe, kes naaxive. Tenê ji bo pirsa derbarê Leylayê de dibêjin: "Em tiştekî nizanin. Çi agahî hebin li emniyetê ne."    Gundiyekî 20 salî, anî ziman ku gundiyên xeber nadin gumanê ji hev dikin. Li gorî gundiyên ku naxwazin navên wan bên aşkerekirin, diyar kirin ku ne mimkun e ku kes an jî kesên ji derve Leylayê qetil kiribin. Şêniyekî gund diyar kir ku kiryar ji gundê wan e û got: "Em nikarin têkevin ber gunekî kesî, lê ne ew kes ne ji gund bûna dê cenaze di 18 rojan de nehatana dîtin.    'EGER DARVEKIRINÊ BÎNIN DÊ PÊŞÎ KURDAN BI DAR VE BIKIN'    Şêniyên gund bal kişandin nîqaşên derbarê darvekirinê de û destnîşan kirin ku divê sûcdar bên cezakirin, lê belê darvekirinê pirsgirêkê çareser nake. Gundiyekî extiyar got: "Eger darvekirinê bê dê pêşî meleyên kurd bi dar ve bikin. Em Şêx Seîd û meleyên din dizanin. Darvekirin en çareserî ye, divê ev feraset biguhere. Her wiha gundiyekî ciwan jî got: "Eger darvekirinê bînin dê pêşî muxalif û kurdan bi dar ve bikin. Dê kesên tecawuzê dikin li rastê bigerin. Em naxwazin gundê me ji bo vê yekê wekî hincet bê nîşandan."    BAVÊ LEYLAYÊ: BILA HERKES XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVE    Bav Nîhat Aydemîr got: "Piştî 18 rojan şûnde cenazeyê keça min avêtin nav avê. Kujer nehat dîtin. Gelo ew kujer di nav me de ye an na. Em vê yekê nizanin, lê cenaze anî û danî wir û çû."    Bav Aydemîr, anî ziman ku ew nizane li Tirkiyeyê rojê çend zarok wenda dibin û xwest Leylayê zaroka dawî be. Aydemîr got: "Înşelleh piştî Leylayê tiştekîw isa hew çêdibe. Mala hemû kesên ji bo dîtina Leylayê tev geriyan ava be. Bang li hemû mirovan dikim; hay ji zarokên xwe hebin, kujer di nav me de ne. Ji Xwedê natirsin, ji kerema xwe bila herkes heta ku kujer bên dîtin hay ji zarokên xwe hebin."    XWEST KUJER BÊ DÎTIN    Bav Aydemîr, xwest kujerê Leylayê bê dîtin û got: "Niha dixwazim vê kêliyê kujerê Leylayê bê dîtin. Bila ev kujer bê dîtin da ev bar ji ser milê me rabe. Kujer kî be divê rojek berî rojekê derkeve holê. Dixwazim dewlet vî kujerî bibîne û wisa bawer dikim ku dê bibîne jî."    Bav Aydemîr, diyar kir ku wekî kujer hin xizmên wî hatine nîşandan, lê belê ew ê kesên ev tişt kirine gilî bikin. Bav Aydemîr got: "Mehmet Aydemîr û birayê min Mûsa Aydemîr roja cejnê heta êvarî li cem min bûn. Em bi hev re li Leylayê digeriyan, me nobet digirt. Kî ev tiştan derdixe, dibe ku kesên ev tiştan derdixin şebeke bin jî. Bila li van kesan jî bipirsin. Tiştekî ku bi çavê xwe nedîtibin çima dibêjin. Kesên van tiştan dibêjin têkilya wan bi vê şebekê re heye. Em ê giliyê wan bikin."    MA / Mujdat Can