Esnaf: Êdî bazar ne bazara berê ye

img
MÊRSÎN – Piştî ku zêdebûna enflasyonê jî li fiyetên zexîreyan zêde bû, hema bêje bazar vala bûn. Esnafan anî ziman ku mişteriyên tên bazarê ji ber fiyetan ne kêfxweş in û gotin: "Êdî bazar ne bazara berê ye." 
 
Her diçe enflasyon jî zêde dibe û ev yek bandorê li fiyetên zexîreyan dike. Her wiha ji ber vê yekê welatiyên ku diçin bazarê dest vala vedigerin. Li Bazara Herêma 3'yan a Mêrsînê esnaf Mehmet Înan (28), diyar kir ku bihabûna fiyetên zexîreyan tesîreke neyînî li bazarê dike û ji ber vê bazar vala ye. 
 
BAZAR VALA NE 
 
Înan, bilêv kir ku fiyetên zexîreyên li bazarê hemû biha bûne û jixwe bihabûna fiyetên petat û pîvazan her tiştî nîşan dide. Înan got: "Bi mirovan re pere tune ye. Eger em bi erzanî jî bidin naçin. Mirov alvêrê nakin. Li gor sala çûyîn fiyetên beran zêde zêde biha ye. Em jî bi vî awayî beran dikirin. Bereke ku berê me bi lîreyekê dikirî, niha bûye 2-3 lîre. Em niha li welatê lîmonan ne, lê lîmon bûye 5 lîre. Ka li bazarê binerin vikî vala ye." 
 
Înan, anî ziman ku wî ji sibehê ve dezgeha xwe daniye, lê belê tenê wî bi 150 lîreyî tişt firotine. Înan, diyar kir ku wî berê heta van çaxan bi 700-800 lîreyî tişt difirotin û got: "Êdî pere nema. Em jî bi awayekî hewl didin çerxê bizîvirînin, lê nazîvire. Hindik maye em top bavêjin. Êdî mişterî jî dibêjin fiyet biha ne. Ka binerin kîloya şebeş bi lîreyekê ye. Eger mişterî şebeşekî bikire yanî divê 12-13 lîreyan bide. Lê nikare bide. Eger bide dê çawa bikaribe firingî û berên din bikire. Yanî êdî pir kêm kes tên bazarê." 
 
Esnaf Yûnûs Çetîn jî diyar kir ku êdî bazar ne bazara berê ye û got: "Niha hem mişterî ditengije hem jî esnaf. Her roj tiştek tê zemkirin. Em dizanin lêçûnên cotkaran jî zêde bûne. Dema rewş ev be, tu bikî nekî ev yek bandorê li piyaseyê jî dike. Dema mişterî dibêje ji bo çi fiyet evqas bihane, em hewl didin vebêjin lê bawer nakin. Esnafan top avêtiye. Jixwe esnafên ku karibin karekî din bikin dev jî vê karî berdidin. Mesela ez, ji ber ku karekî min ê din tune ye, ji mecbûrî bazarvaniyê dikim. "
 
Esnaf Abdûllah Bîlen bilêv kir ku 10 sal in esnaftiyê dike. Bîlen got, mişterî ji fiyetan ne razî ne û got: "Ji 10 kesên tên ber dezgehê 8 jê ji fiyetan ne razî ye. Êdî bazar ne bazara berê ye." 
 
MA / Ergin Çaglar
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye