Esnaf: Êdî bazar ne bazara berê ye 2018-07-07 09:09:27   MÊRSÎN – Piştî ku zêdebûna enflasyonê jî li fiyetên zexîreyan zêde bû, hema bêje bazar vala bûn. Esnafan anî ziman ku mişteriyên tên bazarê ji ber fiyetan ne kêfxweş in û gotin: "Êdî bazar ne bazara berê ye."    Her diçe enflasyon jî zêde dibe û ev yek bandorê li fiyetên zexîreyan dike. Her wiha ji ber vê yekê welatiyên ku diçin bazarê dest vala vedigerin. Li Bazara Herêma 3'yan a Mêrsînê esnaf Mehmet Înan (28), diyar kir ku bihabûna fiyetên zexîreyan tesîreke neyînî li bazarê dike û ji ber vê bazar vala ye.    BAZAR VALA NE    Înan, bilêv kir ku fiyetên zexîreyên li bazarê hemû biha bûne û jixwe bihabûna fiyetên petat û pîvazan her tiştî nîşan dide. Înan got: "Bi mirovan re pere tune ye. Eger em bi erzanî jî bidin naçin. Mirov alvêrê nakin. Li gor sala çûyîn fiyetên beran zêde zêde biha ye. Em jî bi vî awayî beran dikirin. Bereke ku berê me bi lîreyekê dikirî, niha bûye 2-3 lîre. Em niha li welatê lîmonan ne, lê lîmon bûye 5 lîre. Ka li bazarê binerin vikî vala ye."    Înan, anî ziman ku wî ji sibehê ve dezgeha xwe daniye, lê belê tenê wî bi 150 lîreyî tişt firotine. Înan, diyar kir ku wî berê heta van çaxan bi 700-800 lîreyî tişt difirotin û got: "Êdî pere nema. Em jî bi awayekî hewl didin çerxê bizîvirînin, lê nazîvire. Hindik maye em top bavêjin. Êdî mişterî jî dibêjin fiyet biha ne. Ka binerin kîloya şebeş bi lîreyekê ye. Eger mişterî şebeşekî bikire yanî divê 12-13 lîreyan bide. Lê nikare bide. Eger bide dê çawa bikaribe firingî û berên din bikire. Yanî êdî pir kêm kes tên bazarê."    Esnaf Yûnûs Çetîn jî diyar kir ku êdî bazar ne bazara berê ye û got: "Niha hem mişterî ditengije hem jî esnaf. Her roj tiştek tê zemkirin. Em dizanin lêçûnên cotkaran jî zêde bûne. Dema rewş ev be, tu bikî nekî ev yek bandorê li piyaseyê jî dike. Dema mişterî dibêje ji bo çi fiyet evqas bihane, em hewl didin vebêjin lê bawer nakin. Esnafan top avêtiye. Jixwe esnafên ku karibin karekî din bikin dev jî vê karî berdidin. Mesela ez, ji ber ku karekî min ê din tune ye, ji mecbûrî bazarvaniyê dikim. "   Esnaf Abdûllah Bîlen bilêv kir ku 10 sal in esnaftiyê dike. Bîlen got, mişterî ji fiyetan ne razî ne û got: "Ji 10 kesên tên ber dezgehê 8 jê ji fiyetan ne razî ye. Êdî bazar ne bazara berê ye."    MA / Ergin Çaglar