Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê

  • rojane
  • 09:06 10 Hezîran 2018
  • |
img
HATAY - Namzetê HDP’ê Kerem Nalbant, diyar kir ku ger HDP li bendê bi aliqe, dê hemû mûxalîf jî li bendê bi aliqin û got: “Ez dixwazim hemû gelên li ser vê axê dijîn, li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê.”
 
Namzetê rêza 3’yemîn ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê Kerem Nalbant, di sala 1975’an de li Hatayê hat dinê, dibistana seretayî û lîseyê li Hatayê bi dawî kirin. Nalbant bi bazirganiyê re eleqedar dibe û bavê 2 zarokane.  Nalbant di sala 1999’an de bi awayekê aktîf beşdarî siyasetê dibe û di sala 2000’an di HADEP’ê de siyaseta Kurd nas dike. Nalbant Hevserokatiya Bajêr a du serdeman dike û ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê bû namzetê HDP’ê. 
 
'BILA ŞER BI DAWÎ BIBE'
 
Nalbant, diyar kir ku dîroka 90 salan a Komarê xwe dispêre înkar, îmha û pişavtinê û wiha axivî: “Li welat dewlemendiyên pir mezin hene. HDP xwedî li van hemû renk û dewlemendiyan derdikeve. Ez dikarim xwe di HDP’ê de îfade bikim. HDP projeya mirovaniyê ye. Ev proje dê bi HDP’ê jiyanî bibe. Hatay ji ber şerê Sûriyeyê pir bandor bû. Êdî hemû kes dixwazin ev şer bi dawî bibe, aştî û hizûr pêş bikin. Li Hatayê komên çete dest û milên xwe pir rehet dihejînin. Ev mirovan dixe nava fikaran. Em êdî dixwazin hizûr were Antakya.”
 
'EM JIYANEK WEKHEV ARMANC DIKIN'
 
Nalbant, anî ziman ku ger biçe Meclîsê dê dawî li butçeya ji bo şer tê veqetandin bîne û wiha got: “Ez ji çareseriya pirsgirêka Kurd pir bixebitim. Pirsgirêka demokrasiyê li Tirkiyeyê heye. Pergal hemû beşên cûda kêm dibîne. AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 16 salan de, alîgirên xwe yên xwedî servetên bi mîlyonan dolar avakirin. AKP’ê ji bo butçe veqedant û hemû derfetên heyî kirin xizmeta wan. Li aliyekê din civakek xizan ava kir û ev civak dinava jiyanek perîşande dijî. Em armanc dikin ku bi awayekê adîlane biçin parvekirinan.”   
 
'HDP DIVÊ BENDAVÊ DERBAS BIKE'
 
Nalbant, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê HDP bendavê derbas bike, nexweş dê 80’î parlementerên nêzî AKP’ê biçin meclîsê. Ger HDP li bendavê bi aliqe, dê hemû mûxalîf li bendavê bi aliqe. Gelek welatiyên Hatayê yên vê yekê dizanîn, dibêjin ewê dengê xwe bidin HDP’ê. Ew bi xwe ji me re dibêjin ‘divê HDP bendavê derbas bike. Ger HDP bendavê derbas bike, dê Tirkiyeyê bendavê derbas bike.’ Ger HDP bendavê derbas neke, desthilatdariya AKP’ê dê paradîgmaya xwe ya 16 salan berdewam bike. Kurt û kêmasî, em bi rastiyek wiha re rû bi rû ne. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî înkar, îmha û pişavtinê dengê xwe bidin HDP’ê. Divê em xwedî dengên xwe derbikevin û sindoqên xwe biparêzin.”
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye