Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê 2018-06-10 09:06:51   HATAY - Namzetê HDP’ê Kerem Nalbant, diyar kir ku ger HDP li bendê bi aliqe, dê hemû mûxalîf jî li bendê bi aliqin û got: “Ez dixwazim hemû gelên li ser vê axê dijîn, li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê.”   Namzetê rêza 3’yemîn ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê Kerem Nalbant, di sala 1975’an de li Hatayê hat dinê, dibistana seretayî û lîseyê li Hatayê bi dawî kirin. Nalbant bi bazirganiyê re eleqedar dibe û bavê 2 zarokane.  Nalbant di sala 1999’an de bi awayekê aktîf beşdarî siyasetê dibe û di sala 2000’an di HADEP’ê de siyaseta Kurd nas dike. Nalbant Hevserokatiya Bajêr a du serdeman dike û ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê bû namzetê HDP’ê.    'BILA ŞER BI DAWÎ BIBE'   Nalbant, diyar kir ku dîroka 90 salan a Komarê xwe dispêre înkar, îmha û pişavtinê û wiha axivî: “Li welat dewlemendiyên pir mezin hene. HDP xwedî li van hemû renk û dewlemendiyan derdikeve. Ez dikarim xwe di HDP’ê de îfade bikim. HDP projeya mirovaniyê ye. Ev proje dê bi HDP’ê jiyanî bibe. Hatay ji ber şerê Sûriyeyê pir bandor bû. Êdî hemû kes dixwazin ev şer bi dawî bibe, aştî û hizûr pêş bikin. Li Hatayê komên çete dest û milên xwe pir rehet dihejînin. Ev mirovan dixe nava fikaran. Em êdî dixwazin hizûr were Antakya.”   'EM JIYANEK WEKHEV ARMANC DIKIN'   Nalbant, anî ziman ku ger biçe Meclîsê dê dawî li butçeya ji bo şer tê veqetandin bîne û wiha got: “Ez ji çareseriya pirsgirêka Kurd pir bixebitim. Pirsgirêka demokrasiyê li Tirkiyeyê heye. Pergal hemû beşên cûda kêm dibîne. AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 16 salan de, alîgirên xwe yên xwedî servetên bi mîlyonan dolar avakirin. AKP’ê ji bo butçe veqedant û hemû derfetên heyî kirin xizmeta wan. Li aliyekê din civakek xizan ava kir û ev civak dinava jiyanek perîşande dijî. Em armanc dikin ku bi awayekê adîlane biçin parvekirinan.”      'HDP DIVÊ BENDAVÊ DERBAS BIKE'   Nalbant, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê HDP bendavê derbas bike, nexweş dê 80’î parlementerên nêzî AKP’ê biçin meclîsê. Ger HDP li bendavê bi aliqe, dê hemû mûxalîf li bendavê bi aliqe. Gelek welatiyên Hatayê yên vê yekê dizanîn, dibêjin ewê dengê xwe bidin HDP’ê. Ew bi xwe ji me re dibêjin ‘divê HDP bendavê derbas bike. Ger HDP bendavê derbas bike, dê Tirkiyeyê bendavê derbas bike.’ Ger HDP bendavê derbas neke, desthilatdariya AKP’ê dê paradîgmaya xwe ya 16 salan berdewam bike. Kurt û kêmasî, em bi rastiyek wiha re rû bi rû ne. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî înkar, îmha û pişavtinê dengê xwe bidin HDP’ê. Divê em xwedî dengên xwe derbikevin û sindoqên xwe biparêzin.”