Li Antalyayê hedefa HDP’ê 3 parlementer in

  • rojane
  • 09:14 3 Hezîran 2018
  • |
img
ANTALYA - Hevserokê HDP’ê yê Antalyayê Cevdet Çaglar, diyar kir ku 24’ê Hezîrîna mîlad e û got: “Me di 7’ê Hezîranê de parlementerek şand Meclîsê. Em bawer dikin ku vê carê jî em ê 3 parlementeran bişînin Meclîsê.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antlayayê, xebatên hilbijartinê lezandin. HDP’ê, di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li Antalyayê 96 hezar û 763 deng girtibûn û wekîlek şandibûn Meclîsê. Lê ji ber ku di hilbijartina 1’ê Mijdarê de 82 hezar û 101 deng girtin nekarî wekîl bişîne meclîsê. Milyonek û 677 hezar hilbijêrên Antalya hene û 16 parlamentera dişîne Meclîsê. Hevserokên HDP’a Antalya Songul Şarkli û Cevdet Çaglar, der barê xebatên hilbijartin û hedefên xwe de axivîn. 
 
'JIN PÊŞENGTIYA XEBATAN DIKIN'
 
Hevseroka HDP’a Antalya yê Songul Şarkli, diyar kir ku di rojên dawî de wan xebatên hilbijartinê lezandin û wiha axivî: “Em tim li qadê ne. Weke her tim jin pêşengtiya xebatên hilbijartina HDP’ê dikin. Di hemû xebatan de jin hene. Em bang li hemû derdoran dikin ku mil bidin milê me. Jin xwedî li vîna xwe derdikevin. Rewşa heyî ancax dikare bi jinan bê guhertin. Dê jin vê yekê biguherînin.”
 
‘EM Ê KUÇEYAN NETERIKÎNIN’
 
Şarkli, bang li jinan kir k udi nav xebatên hilbijartinê de cih bigirin û xwedî li sindoqan derbikevin. Şarkli bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: “Em bang li jinan dikin ku bibin peywirdarên sindoqan û li hemberî dizan dengan biparêzin. Çimkî ev yek pir girîng e. Nemaze jî li bajarên kurdan rewşa veguhastina sindoqan heye. Ev bi taybetî li hemberî hilbijêrên HDP’ê hatiye kirin. Ji bo em jî vê yekê pûç bikin, divê em bêtir xwedî li sindoqan derkevin. Loma ji bo me xaleke gelekî girîng e.” Şarkli, bilêv kir ku ji ber ew li kuçeyan e carinan bi êrîşan re rû bi rû dimînin û got: “Em ê hîn bêtir li kuçeyan bin. Jixwe em partiya kuçeyan e. Em ê bi tu awayî kuçeyan neterikînin.” 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
 
Hevserokê HDP’a Antalyayê Cevdet Çaglar, anî ziman ku Antalya bajarekî kozmopolit e û di heman demê de bajarekî cîhanê ye. Çaglar, bilêv kir kul i Antalyayê cihekî girîng ê HDP’ê heye û wan ji Gazîpaşaya Antalyayê heta Kaşê xebatên hilbijartinê bi rê ve birine û ew bi ruhekî seferberiyî dixebitin û got: “24’ê Hezîranê ji bo me mîlad e.” Çaglar, anî ziman ku partiya wan bi êrîş û çewisandinên giran re rû bi rû dimîne û got: “Em partiya heqîqetê ne. Em ji bo aştî, azadî, maf û heqîqetê têdikoşin. Û em ê bi ser bikevin.” 
 
Çaglar, da zanîn kul i Antalyayê nêzî 5 hezar sindoq hene û bal kişand ser ewlehiya ji bo sindoqan. Çaglar destnîşan kir ku ew ê xwedî li sindoqan derkevin û di warê ewlehiya sindoqan de xebatên wan didomin. Çaglar, anî ziman kul i Antalyayê ruhekî ji ruhê 7’ê Hezîranê wêdetir heye û got: “Me di 7’ê Hezîranê de parlementerek şand Meclîsê. Niha em bawer dikin ku em ê 3 parlementeran bişînin Meclîsê. Ji her derdorê eleqeyeke zêde ji bo partiya me heye. Li her qadê em vê yekê dibînin.” Çaglar bilêv kir ku dê 24’ê Hezîranê li Tirkiyeyê bibe cejna gelan û got: “HDP şensek e û em ê encamên hilbijartinê diyar bikin.” 
 
MA / Ergin Çaglar - Hamdullah Kesen
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye