Li Antalyayê hedefa HDP’ê 3 parlementer in 2018-06-03 09:14:21   ANTALYA - Hevserokê HDP’ê yê Antalyayê Cevdet Çaglar, diyar kir ku 24’ê Hezîrîna mîlad e û got: “Me di 7’ê Hezîranê de parlementerek şand Meclîsê. Em bawer dikin ku vê carê jî em ê 3 parlementeran bişînin Meclîsê.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antlayayê, xebatên hilbijartinê lezandin. HDP’ê, di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li Antalyayê 96 hezar û 763 deng girtibûn û wekîlek şandibûn Meclîsê. Lê ji ber ku di hilbijartina 1’ê Mijdarê de 82 hezar û 101 deng girtin nekarî wekîl bişîne meclîsê. Milyonek û 677 hezar hilbijêrên Antalya hene û 16 parlamentera dişîne Meclîsê. Hevserokên HDP’a Antalya Songul Şarkli û Cevdet Çaglar, der barê xebatên hilbijartin û hedefên xwe de axivîn.    'JIN PÊŞENGTIYA XEBATAN DIKIN'   Hevseroka HDP’a Antalya yê Songul Şarkli, diyar kir ku di rojên dawî de wan xebatên hilbijartinê lezandin û wiha axivî: “Em tim li qadê ne. Weke her tim jin pêşengtiya xebatên hilbijartina HDP’ê dikin. Di hemû xebatan de jin hene. Em bang li hemû derdoran dikin ku mil bidin milê me. Jin xwedî li vîna xwe derdikevin. Rewşa heyî ancax dikare bi jinan bê guhertin. Dê jin vê yekê biguherînin.”   ‘EM Ê KUÇEYAN NETERIKÎNIN’   Şarkli, bang li jinan kir k udi nav xebatên hilbijartinê de cih bigirin û xwedî li sindoqan derbikevin. Şarkli bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: “Em bang li jinan dikin ku bibin peywirdarên sindoqan û li hemberî dizan dengan biparêzin. Çimkî ev yek pir girîng e. Nemaze jî li bajarên kurdan rewşa veguhastina sindoqan heye. Ev bi taybetî li hemberî hilbijêrên HDP’ê hatiye kirin. Ji bo em jî vê yekê pûç bikin, divê em bêtir xwedî li sindoqan derkevin. Loma ji bo me xaleke gelekî girîng e.” Şarkli, bilêv kir ku ji ber ew li kuçeyan e carinan bi êrîşan re rû bi rû dimînin û got: “Em ê hîn bêtir li kuçeyan bin. Jixwe em partiya kuçeyan e. Em ê bi tu awayî kuçeyan neterikînin.”    'EM Ê BI SER BIKEVIN’    Hevserokê HDP’a Antalyayê Cevdet Çaglar, anî ziman ku Antalya bajarekî kozmopolit e û di heman demê de bajarekî cîhanê ye. Çaglar, bilêv kir kul i Antalyayê cihekî girîng ê HDP’ê heye û wan ji Gazîpaşaya Antalyayê heta Kaşê xebatên hilbijartinê bi rê ve birine û ew bi ruhekî seferberiyî dixebitin û got: “24’ê Hezîranê ji bo me mîlad e.” Çaglar, anî ziman ku partiya wan bi êrîş û çewisandinên giran re rû bi rû dimîne û got: “Em partiya heqîqetê ne. Em ji bo aştî, azadî, maf û heqîqetê têdikoşin. Û em ê bi ser bikevin.”    Çaglar, da zanîn kul i Antalyayê nêzî 5 hezar sindoq hene û bal kişand ser ewlehiya ji bo sindoqan. Çaglar destnîşan kir ku ew ê xwedî li sindoqan derkevin û di warê ewlehiya sindoqan de xebatên wan didomin. Çaglar, anî ziman kul i Antalyayê ruhekî ji ruhê 7’ê Hezîranê wêdetir heye û got: “Me di 7’ê Hezîranê de parlementerek şand Meclîsê. Niha em bawer dikin ku em ê 3 parlementeran bişînin Meclîsê. Ji her derdorê eleqeyeke zêde ji bo partiya me heye. Li her qadê em vê yekê dibînin.” Çaglar bilêv kir ku dê 24’ê Hezîranê li Tirkiyeyê bibe cejna gelan û got: “HDP şensek e û em ê encamên hilbijartinê diyar bikin.”    MA / Ergin Çaglar - Hamdullah Kesen