Namzeta HDP'ê ya Antalyayê: Min soz daye hevalên xwe

  • jin
  • 09:01 2 Hezîran 2018
  • |
img

ANTALYA - Namzeta HDP'ê ya Antalyayê Gulya Hasbay ku ji zarokatiya xwe ve li dijî zayendîparêziyê têdikoşe got: "Min soz daye hevalên xwe, em ê bi paş ve gav navêjin." 

Namzetên parlementeriyê yên HDP'ê bi reng û dengên xwe yên cuda balê dikêşin. Ji bo hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê, AKP'ê di lîsteya xwe de cih da 126 namzetên jin, CHP'ê cih da 137 namzetan û HDP'ê jî cih da 230 namzetên jin. Yek ji namzetên jin ên HDP'ê Hulya Hasbay e. Hasbay ku namzeta HDP'ê ya Antalyayê ye, li Sêwrega Rihayê hatiye dinê û 10 sal in li Antalyayê dijî û dayika 3 zarokan e. Hasbay ewilî di Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de dest bi siyasetê kir û 3 sal in jî di rêveberiya HDP'a Amedê de cih digire. 
 
'JI ZAROKATIYÊ VE TÊDIKOŞIM' 
 
Hasbay, diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve li dijî zayendîparêziyê têdikoşe û got: "Mesela dema zarokên keç pantor li xwe dikirin, bi çavekî nebaş li wan dihat nêrîn. Lê min ji zarokatiyê ve dest pê kir û çi tiştên ji bo me dihatin qedexekirin min ew kirin. Û cara ewil bi ser ketim." 
 
'HDP NASNAMEYA MIN E' 
 
Hasbay, sedema ku di nav HDP'ê de cih girt û bû namzet jî vegot: "Di warê fikrî û ramanî de xwe di HDP'ê de dibînim. Ji ber ku HDP hemû derdoran, bindestan di xwe de dihebîe, aştiyê diparêze û ji rêya xwe tawiz nade min HDP tercîh kir. HDP, nasnameya min e." 
 
‘JI BO HEVJÎNÊ MIN DENGÊ XWE BIDE MIN, MIN EW QANEH KIR' 
 
Hasbay, anî ziman ku di warê fikrî de hevjînê wê nêzî AKP'ê ye û ji bo ew wî biguherîne daxilî siyasetê bûye. Hasbay got: "Li hemberî faşîzma li derve û malê di HDP'ê de bûm namzet. Fikra hevjînê min nêzî ya AKP'ê ye, lê ez HDP'î me. Fikrê me ne wekhev in. Mesela li malê qenaleke kurdî tune ye û nikarim temaşe bikim. Li malê feraseta mêr serdest e. Lê ligel vî tiştî jî, 7 sal in di nav HDP'ê de cih digirim. Min soz daye hevalên xwe, ez ê bi paş ve gav navêjim. Ez ê heta dawiyê peywira xwe bi cih bînim. Min hevjînê xwe qaneh kir. Dê dengê xwe bide min. Hêvîdar im li ser soza xwe bisekine." 
 
Hasbay, bang li jinan kir û got: "Jin, li malê û li derve çi qasî li hemberî mêr serê xwe bitewîne, dê ewqasî bê eciqandin. Dema jin bixwaze tu tişt tune ye ku ni nikaribe bike. Divê em jin xwedî li sindoq û dengê xwe derkevin." 
 
MA / Ergin Çaglar 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye