Namzeta HDP'ê ya Antalyayê: Min soz daye hevalên xwe 2018-06-02 09:01:02 ANTALYA - Namzeta HDP'ê ya Antalyayê Gulya Hasbay ku ji zarokatiya xwe ve li dijî zayendîparêziyê têdikoşe got: "Min soz daye hevalên xwe, em ê bi paş ve gav navêjin."  Namzetên parlementeriyê yên HDP'ê bi reng û dengên xwe yên cuda balê dikêşin. Ji bo hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê, AKP'ê di lîsteya xwe de cih da 126 namzetên jin, CHP'ê cih da 137 namzetan û HDP'ê jî cih da 230 namzetên jin. Yek ji namzetên jin ên HDP'ê Hulya Hasbay e. Hasbay ku namzeta HDP'ê ya Antalyayê ye, li Sêwrega Rihayê hatiye dinê û 10 sal in li Antalyayê dijî û dayika 3 zarokan e. Hasbay ewilî di Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de dest bi siyasetê kir û 3 sal in jî di rêveberiya HDP'a Amedê de cih digire.    'JI ZAROKATIYÊ VE TÊDIKOŞIM'    Hasbay, diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve li dijî zayendîparêziyê têdikoşe û got: "Mesela dema zarokên keç pantor li xwe dikirin, bi çavekî nebaş li wan dihat nêrîn. Lê min ji zarokatiyê ve dest pê kir û çi tiştên ji bo me dihatin qedexekirin min ew kirin. Û cara ewil bi ser ketim."    'HDP NASNAMEYA MIN E'    Hasbay, sedema ku di nav HDP'ê de cih girt û bû namzet jî vegot: "Di warê fikrî û ramanî de xwe di HDP'ê de dibînim. Ji ber ku HDP hemû derdoran, bindestan di xwe de dihebîe, aştiyê diparêze û ji rêya xwe tawiz nade min HDP tercîh kir. HDP, nasnameya min e."    ‘JI BO HEVJÎNÊ MIN DENGÊ XWE BIDE MIN, MIN EW QANEH KIR'    Hasbay, anî ziman ku di warê fikrî de hevjînê wê nêzî AKP'ê ye û ji bo ew wî biguherîne daxilî siyasetê bûye. Hasbay got: "Li hemberî faşîzma li derve û malê di HDP'ê de bûm namzet. Fikra hevjînê min nêzî ya AKP'ê ye, lê ez HDP'î me. Fikrê me ne wekhev in. Mesela li malê qenaleke kurdî tune ye û nikarim temaşe bikim. Li malê feraseta mêr serdest e. Lê ligel vî tiştî jî, 7 sal in di nav HDP'ê de cih digirim. Min soz daye hevalên xwe, ez ê bi paş ve gav navêjim. Ez ê heta dawiyê peywira xwe bi cih bînim. Min hevjînê xwe qaneh kir. Dê dengê xwe bide min. Hêvîdar im li ser soza xwe bisekine."    Hasbay, bang li jinan kir û got: "Jin, li malê û li derve çi qasî li hemberî mêr serê xwe bitewîne, dê ewqasî bê eciqandin. Dema jin bixwaze tu tişt tune ye ku ni nikaribe bike. Divê em jin xwedî li sindoq û dengê xwe derkevin."    MA / Ergin Çaglar