Xwîn verişiya lê 16 rojin hêj destûr nadin malbat wê bibîne

  • rojane
  • 09:58 1 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Girtiya nexweş Sureyya Bulut ku xwîn verişiya û rakirin nexweşxaneyê, 16 rojin malbat nikare wê bibîne. Xwişka Surreya, Saniye Bulut, diyar kir ku ji ber rewşa xwişka xwe bi fikar in û wiha got: "Bi hinceta OHAL heye 16 rojîn destûr nadin em wê bibînin." 
 
Girtiya nexweş Surreya Bulut tevî nexweşiya giran li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye. Bulut di 1994’an de li Sêwasê di şerekî de bi giranî birîndar bû û hat girtin.  Bulut, dema hat girtin 16 rojan di bin çavan de ma û rastî lêdanê hat. Heyeta dadgehê piştî îfadeya wê guhdar kir beyî rewşa wêbaş bibe girt û şandin Girtîgeha Sêwasê. Tevî ku perçeyê şarapnelê di serê wê de hebû jî girtin û şandin girtîgehê. Bêyî ku rewşa baş bibe ew şandin girtîgehê. Demekê jiber nexweşiyê ew birin nexweşxaneyê û çavê wê yê rastê kor bû. Çavê wê çepê jî li ber korbûnê ye. Her tim serê wê diêşe û ji ber êşê jan û tayê dikişîne. Di bedena wê de hêj parçeyên şarapnelê hene û dema hewa sar dibe êşê dide canê wê. Li girtîgehê hêj îşkence li Surreya Bulut tê kirin. Bulut 16 roj berê xwîn verişiya û rakirin nexweşxaneyê. Bulut, herî dawî sewqî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kirin. Bulut ku niha nabîne, Di 4'e Nîsana 2003'an li Nexweşxaneya Ataturk a Îzmirê rapora “Wernicke Korsakoff Sendromu” stend. Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da.  Bulut, di 16'ê Gulana 2018’an de rewşa wê xerab bû û xwîn verişiya. Rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedikule ya Stenbolê. Piştî Bulut rewşa wê xerab bû û rakirin nexweşxaneyê bi sedema OHAL heye destûr nadin malbata wê, wê ziyaret bike. 
 
Xwişka Surreya Bulut Saniye Bulut, diyar kir ku xwişka wê êdî tişt nayên bîra wê û wiha got: "Gelek caran me jî nas nake. Hin caran ji bîr dike. 16 roj barê xwîn çû mahdê wê. Xwîn çû kezeba wê û rakirin nexweşxaneyê. Bijîşkan teşhîsa weremê danîye. Niha destur nadin em wê bibînin. Pêdiviya xwişka min ji xizmetê heye. Divê em hine li wê binerin. Bi tenê nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Divê di nava şert û mercên paqij de bê girtin. 14 roj berê rakirin Nexweşxaneya Yedikule. Ji bo em bibin refakatvan me serlêdan kir. Lê destûr nedan em hevdîtin bikin. Bi hinceta OHAL’ê destûr nadin. Em ji rewşa xwişka xwe bi fikar in. 
 
MA / Ferhat Çelik 
 
 
 

Sernavên din

17/06/2018
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
16/06/2018
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
15/06/2018
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
13/06/2018
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
12/06/2018
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
10/06/2018
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê