Xwîn verişiya lê 16 rojin hêj destûr nadin malbat wê bibîne 2018-06-01 09:58:19   STENBOL - Girtiya nexweş Sureyya Bulut ku xwîn verişiya û rakirin nexweşxaneyê, 16 rojin malbat nikare wê bibîne. Xwişka Surreya, Saniye Bulut, diyar kir ku ji ber rewşa xwişka xwe bi fikar in û wiha got: "Bi hinceta OHAL heye 16 rojîn destûr nadin em wê bibînin."    Girtiya nexweş Surreya Bulut tevî nexweşiya giran li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye. Bulut di 1994’an de li Sêwasê di şerekî de bi giranî birîndar bû û hat girtin.  Bulut, dema hat girtin 16 rojan di bin çavan de ma û rastî lêdanê hat. Heyeta dadgehê piştî îfadeya wê guhdar kir beyî rewşa wêbaş bibe girt û şandin Girtîgeha Sêwasê. Tevî ku perçeyê şarapnelê di serê wê de hebû jî girtin û şandin girtîgehê. Bêyî ku rewşa baş bibe ew şandin girtîgehê. Demekê jiber nexweşiyê ew birin nexweşxaneyê û çavê wê yê rastê kor bû. Çavê wê çepê jî li ber korbûnê ye. Her tim serê wê diêşe û ji ber êşê jan û tayê dikişîne. Di bedena wê de hêj parçeyên şarapnelê hene û dema hewa sar dibe êşê dide canê wê. Li girtîgehê hêj îşkence li Surreya Bulut tê kirin. Bulut 16 roj berê xwîn verişiya û rakirin nexweşxaneyê. Bulut, herî dawî sewqî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kirin. Bulut ku niha nabîne, Di 4'e Nîsana 2003'an li Nexweşxaneya Ataturk a Îzmirê rapora “Wernicke Korsakoff Sendromu” stend. Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da.  Bulut, di 16'ê Gulana 2018’an de rewşa wê xerab bû û xwîn verişiya. Rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedikule ya Stenbolê. Piştî Bulut rewşa wê xerab bû û rakirin nexweşxaneyê bi sedema OHAL heye destûr nadin malbata wê, wê ziyaret bike.    Xwişka Surreya Bulut Saniye Bulut, diyar kir ku xwişka wê êdî tişt nayên bîra wê û wiha got: "Gelek caran me jî nas nake. Hin caran ji bîr dike. 16 roj barê xwîn çû mahdê wê. Xwîn çû kezeba wê û rakirin nexweşxaneyê. Bijîşkan teşhîsa weremê danîye. Niha destur nadin em wê bibînin. Pêdiviya xwişka min ji xizmetê heye. Divê em hine li wê binerin. Bi tenê nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Divê di nava şert û mercên paqij de bê girtin. 14 roj berê rakirin Nexweşxaneya Yedikule. Ji bo em bibin refakatvan me serlêdan kir. Lê destûr nedan em hevdîtin bikin. Bi hinceta OHAL’ê destûr nadin. Em ji rewşa xwişka xwe bi fikar in.    MA / Ferhat Çelik