Gundê Barman: Ji bo dawî li vê zilmê bê em ê dengê xwe bidin HDP’ê

  • rojane
  • 09:18 16 Gulan 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Şêniyên gundê Barmanê yê Stewrê diyar kirin ku ew ê li dijî zilmê dengê xwe bidin HDP’ê û dê gelê bindest di vê hilbijartinê de ji AKP’ê re bêje mîadê de tije bûye. 

Şêniyên gundê Barmanê yê Stewra Mêrdînê, destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP’ê. 
 
‘DÊ BI DENGÊN HDP’Ê TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ ŞIKANDIN’ 
 
Ahmet Yuksel ew ji bo hemû derdorên welat demokrasiyê dixwaze û ji ber vê ew ê dengê xwe bide HDP’ê. Yuksel anî ziman ku hikûmeta AKP’ê kesên ne nêzî xwe ya digire an jî wekî kesên derahan dibîne. Yuksel got: “Ji bilî zilmê tu tiştî li gelê kurd nakin. Ji bo dawî li vê zilmê bê divê em dengê xwe bidin HDP’ê.” 
 
Her wiha Yuksel diyar kir ku dengên ku ji HDP’ê re biçin dê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişîkîne û got: “Di vê hilbijartinê de daxwaza me ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin.” 
 
SŞerîfe Fîdan jî bal kişand ser girtina Namzetê Serkomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş û diyar kir ku ew ê dengê xwe bide HDP’ê. Fîdan got: “Hemû namzet propagandaya xwe dikin, lê belê Selahattin Demirtaş girtiye. Daxwaza me azadiya Selahattin Demirtaş. Loma em ê dengê xwe bidin HDP’ê.” Nazli Guneş jî xwest demildest Demirtaş bê berdan û got: “Dengê min ji bo Selahattin Demritaş û HDP’ê ye. Em gelê gundê Barmanê dixwazin liv û tevgereke mafdar hebe.” 
 
‘DÊ GELÊ BINDEST JI AKP’Ê RE BÊJE MÎADÊ TE TIJE BÛYE’ 
 
Mûstafa Kayar jî destnîşan kir ku hewl dide gelê kurd û hemû derdorên ehle demokrasiye bêdeng bike, lê belê dê HDP bi girtîgehan û mirinan bêdeng nebe. Kayar anî ziman ku dê gelê bindest di vê hilbijartinê de ji AKP’ê mîadê te tije bûye û got: “Bereksê AKP’ê kî gotinekê bike an tê girtin an jî tê kuştin. Êdî em dixwazin li vê xakê aştî çêbibe. Li welatekî ku aştî û edalet lê hebe, vexwarina îskaneke av bedêlî hemû temenê mirov e.” 
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye