Gundê Barman: Ji bo dawî li vê zilmê bê em ê dengê xwe bidin HDP’ê 2018-05-16 09:18:23 MÊRDÎN – Şêniyên gundê Barmanê yê Stewrê diyar kirin ku ew ê li dijî zilmê dengê xwe bidin HDP’ê û dê gelê bindest di vê hilbijartinê de ji AKP’ê re bêje mîadê de tije bûye.  Şêniyên gundê Barmanê yê Stewra Mêrdînê, destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP’ê.    ‘DÊ BI DENGÊN HDP’Ê TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ ŞIKANDIN’    Ahmet Yuksel ew ji bo hemû derdorên welat demokrasiyê dixwaze û ji ber vê ew ê dengê xwe bide HDP’ê. Yuksel anî ziman ku hikûmeta AKP’ê kesên ne nêzî xwe ya digire an jî wekî kesên derahan dibîne. Yuksel got: “Ji bilî zilmê tu tiştî li gelê kurd nakin. Ji bo dawî li vê zilmê bê divê em dengê xwe bidin HDP’ê.”    Her wiha Yuksel diyar kir ku dengên ku ji HDP’ê re biçin dê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişîkîne û got: “Di vê hilbijartinê de daxwaza me ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin.”    SŞerîfe Fîdan jî bal kişand ser girtina Namzetê Serkomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş û diyar kir ku ew ê dengê xwe bide HDP’ê. Fîdan got: “Hemû namzet propagandaya xwe dikin, lê belê Selahattin Demirtaş girtiye. Daxwaza me azadiya Selahattin Demirtaş. Loma em ê dengê xwe bidin HDP’ê.” Nazli Guneş jî xwest demildest Demirtaş bê berdan û got: “Dengê min ji bo Selahattin Demritaş û HDP’ê ye. Em gelê gundê Barmanê dixwazin liv û tevgereke mafdar hebe.”    ‘DÊ GELÊ BINDEST JI AKP’Ê RE BÊJE MÎADÊ TE TIJE BÛYE’    Mûstafa Kayar jî destnîşan kir ku hewl dide gelê kurd û hemû derdorên ehle demokrasiye bêdeng bike, lê belê dê HDP bi girtîgehan û mirinan bêdeng nebe. Kayar anî ziman ku dê gelê bindest di vê hilbijartinê de ji AKP’ê mîadê te tije bûye û got: “Bereksê AKP’ê kî gotinekê bike an tê girtin an jî tê kuştin. Êdî em dixwazin li vê xakê aştî çêbibe. Li welatekî ku aştî û edalet lê hebe, vexwarina îskaneke av bedêlî hemû temenê mirov e.”