Dayikên ku di qedexeyê de zarokên xwe winda kirin: Em ê li ser sindoqan hesab bipirsin

  • rojane
  • 09:11 15 Gulan 2018
  • |
img

ŞIRNEX / MÊRDÎN – Dayikên di pevçûnên dema qedexeya derketina derve yên Nisêbîn û Şirnexê zarokên xwe winda kirin, malbatên ku hîn jî cenazeyên xwe nedîtine bi bîr xistin û gotin: “Em ê li ser sindoqan hesabê tiştên hatin serê me bipirsin.” 

Dayikên ku di pevçûnên dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016’an de li Nisêbînê û Şirnexê rû dan de zarokên xwe winda kirin, ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê herkesî vexwandin ser sindoqan. Dayikan TOKÎ’yên ku li ser cenazeyên zarokên wan hatine çêkirin bi bîr xistin û gotin, dema ew biçin ser sindoqan ew tiştên hatine serê wan ji bîr nekin. 
 
‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA ZAROKÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Vehbiye Akyuz, dayika Huseyînê 21 salî ku li Nisêbînê bi guleya ji wesayîta zirxî derket jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser cenazeyên ku ji bin TOKÎ’yên li taxên ku piştî qedexeyan hatin rûxandin hatin çêkirin derketin. Akyuz, diyar kir ku heta niha ew bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û got: “Di dema qedexeyan me bi dehan zarokên xwe winda kirin. Hîn jî cenazeyên zarokên me di bin TOKÎ’yan de ne. Dixwazin bi TOKÎ’yan me bixapînin.” 
 
 Akyuz bi lêv kir ku ew ê bi awayekî xurt biçi ser sindoqan û xwedî li vîna zarokên xwe derkevin. Akyuz got: “Em ê xwedî li sindoqan derkevin. Em ê tiştên bi serê zarokên me ve anîn ji bîr nekin. Divê Nisêbînî tiştên hatine kirin ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan. Divê Nisêbîn, Sûr û Cizîrî bi vîneke hêzdar di hilbijartinê de cih bigirin.” 
 
‘NEHIŞTIN EM CENAZEYÊ XWE VEŞÊRIN’ 
 
Kûmrû Ûygûr, dayika Cemal Ûgûr ku li Şirnexê di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest da, got:”Kurê min mir, mala me hat şewitandin, lê belê dîsa jî me dev ji doza xwe berneda.” Ûygûr, diyar kir ku dema kurê wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bijîşk bûye bi ciyawaziyê re rû bi rû maye û ji ber vê dev ji kar berdaye û di dema qedexyan de xaka xwe neterikandiye. Ûygûr got: “Cenazeyê kurê min 14 rojan li nexweşxaneyê ma. Piştî kurê mir em bi çewisandinan re rû bi rû man. Min li nexweşxaneyê cenazeyê kurê xwe nas kir. Nehiştin em li Şirnexê li cihê ku dixwazin veşêrin. Piştî hefteyeke din jî li Taxa Vakifkentê mala me û dikana kurê min rûxandin.” 
 
‘EM Ê LI SER SINDOQAN HESAB BIPIRSIN’ 
 
Ûygûr, anî ziman ku ew ê tiştên hatine serê wan tu carî ji bîr nekin û got: “Di hilbijartinê de çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. TOKÎ’yan li ser cenazeyên zarokên me çêdikin. Cenazeyên gelek zarokên me tune ne. Gotin qey em ê dev ji doza xwe berdin. Lê belê heta dilopa dawî jî em ê dev ji doza xwe bernedin. Loma dema em biçin ser sindoqan divê em bedenen perçekirî yên zarokên xwe ji bîr nekin. Gelek tişt hatin serê Şirnexê. Qey ne bes e? Divê herkes biçe ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkeve.” 
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye