Dayikên ku di qedexeyê de zarokên xwe winda kirin: Em ê li ser sindoqan hesab bipirsin 2018-05-15 09:11:30 ŞIRNEX / MÊRDÎN – Dayikên di pevçûnên dema qedexeya derketina derve yên Nisêbîn û Şirnexê zarokên xwe winda kirin, malbatên ku hîn jî cenazeyên xwe nedîtine bi bîr xistin û gotin: “Em ê li ser sindoqan hesabê tiştên hatin serê me bipirsin.”  Dayikên ku di pevçûnên dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016’an de li Nisêbînê û Şirnexê rû dan de zarokên xwe winda kirin, ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê herkesî vexwandin ser sindoqan. Dayikan TOKÎ’yên ku li ser cenazeyên zarokên wan hatine çêkirin bi bîr xistin û gotin, dema ew biçin ser sindoqan ew tiştên hatine serê wan ji bîr nekin.    ‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA ZAROKÊN XWE DERKEVIN’    Vehbiye Akyuz, dayika Huseyînê 21 salî ku li Nisêbînê bi guleya ji wesayîta zirxî derket jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser cenazeyên ku ji bin TOKÎ’yên li taxên ku piştî qedexeyan hatin rûxandin hatin çêkirin derketin. Akyuz, diyar kir ku heta niha ew bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û got: “Di dema qedexeyan me bi dehan zarokên xwe winda kirin. Hîn jî cenazeyên zarokên me di bin TOKÎ’yan de ne. Dixwazin bi TOKÎ’yan me bixapînin.”     Akyuz bi lêv kir ku ew ê bi awayekî xurt biçi ser sindoqan û xwedî li vîna zarokên xwe derkevin. Akyuz got: “Em ê xwedî li sindoqan derkevin. Em ê tiştên bi serê zarokên me ve anîn ji bîr nekin. Divê Nisêbînî tiştên hatine kirin ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan. Divê Nisêbîn, Sûr û Cizîrî bi vîneke hêzdar di hilbijartinê de cih bigirin.”    ‘NEHIŞTIN EM CENAZEYÊ XWE VEŞÊRIN’    Kûmrû Ûygûr, dayika Cemal Ûgûr ku li Şirnexê di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest da, got:”Kurê min mir, mala me hat şewitandin, lê belê dîsa jî me dev ji doza xwe berneda.” Ûygûr, diyar kir ku dema kurê wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bijîşk bûye bi ciyawaziyê re rû bi rû maye û ji ber vê dev ji kar berdaye û di dema qedexyan de xaka xwe neterikandiye. Ûygûr got: “Cenazeyê kurê min 14 rojan li nexweşxaneyê ma. Piştî kurê mir em bi çewisandinan re rû bi rû man. Min li nexweşxaneyê cenazeyê kurê xwe nas kir. Nehiştin em li Şirnexê li cihê ku dixwazin veşêrin. Piştî hefteyeke din jî li Taxa Vakifkentê mala me û dikana kurê min rûxandin.”    ‘EM Ê LI SER SINDOQAN HESAB BIPIRSIN’    Ûygûr, anî ziman ku ew ê tiştên hatine serê wan tu carî ji bîr nekin û got: “Di hilbijartinê de çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. TOKÎ’yan li ser cenazeyên zarokên me çêdikin. Cenazeyên gelek zarokên me tune ne. Gotin qey em ê dev ji doza xwe berdin. Lê belê heta dilopa dawî jî em ê dev ji doza xwe bernedin. Loma dema em biçin ser sindoqan divê em bedenen perçekirî yên zarokên xwe ji bîr nekin. Gelek tişt hatin serê Şirnexê. Qey ne bes e? Divê herkes biçe ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkeve.”