Hatin gel hev û koroyek ava kirin

img

MÊRSÎN – Kesên ji temenên wan û ji derdorên cuda yên li heman taxê hatin gel hev Koroya Newzên Vê Xakê ava kirin. Endamên koroya ku bi mehan e bi awayekî kolektif dixebitin, dê konsera xwe di 24’ê Gulanê li dar bixin. 

Li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, nêzî 30 kesên li Taxa Akdenîzê dijîn û piraniya wan jin in koroyek ava kirin. Koro bi hewldanên Gonul Yilmaz ku li heman taxê rûdinê hat avakirin. Di koroyê de kesên temenên wan cuda, aşvan, kebanî, karker û mamoste hene. Şêniyên taxê bi armanca ku ew dikarin bi hev re tiştekî bikin hatin gel hev û pêşî navê koroyê diyar kirin û navê Koroya Newzên Vê Xakê li koroya xwe kirin. Piştî navê koroyê hat diyarkirin, endamên koroyê biroj karê xwe dikin û êvaran jî li cihê ku Şaredariya Mezîtliyê ji bo wan peyda kiriye xebatên xwe bi rê ve dibin. Koro piştî xebateke 3 mehan, niha hewl dide konsera xwe ya ewil li dar bixe. Dê konsera koroyê di 24’ê Gulanê de li Eywana Şano ya Amfiyê ya Mezîtliyê bê lidarxistin û dê bêheq be. 
 
‘ME BI HEV RE KIR’ 
 
Endama koroyê Gonul Yilmaz, destnîşan kir ku ew bi awayekî kolektif tevgeriyane û ji ber vê ew zaf kêfxweş in. Yilmaz bang kir ku ew di 24’ê Gulanê de li benda hemû mêrsîniyan e ku tev li konsera wan bibin. 
 
Şefê koroyê Sezaî Çakir jî, diyar kir ku destpêkê ew dudilî bûn, lê belê li ser hewlanên Gonul Yilmazê wan biryara avakirina koroyê daye. Çakir, anî ziman ku ji bo ew newayên hemû gelan bibêjin ew tev geriyane û got: “Lê belê me ev yek heta konserê temam nekir. Em ê cara ewil konsereke gel li dar bixin. Lê belê dê ji niha û şûn ve hema xebata me ji bo gotina newayên hemû gelan be.” 
 
 
 ‘YA KU EM ANÎN GEL NEWA BÛN’ 
 
Endamê koroyê Emîn Sarigulê teqawidbûyî bi lêv kir ku stran hemû gelan tînn gel hev û got. “Çi qas xalên me yên cuda dibin bila bibin, lê ya me tîne gel hev newa ne. Ev yek jî nîşan dide ku jiyana bi hev re ya hemû gelan pêkan e.” 
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye