Hatin gel hev û koroyek ava kirin 2018-05-15 09:08:47 MÊRSÎN – Kesên ji temenên wan û ji derdorên cuda yên li heman taxê hatin gel hev Koroya Newzên Vê Xakê ava kirin. Endamên koroya ku bi mehan e bi awayekî kolektif dixebitin, dê konsera xwe di 24’ê Gulanê li dar bixin.  Li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, nêzî 30 kesên li Taxa Akdenîzê dijîn û piraniya wan jin in koroyek ava kirin. Koro bi hewldanên Gonul Yilmaz ku li heman taxê rûdinê hat avakirin. Di koroyê de kesên temenên wan cuda, aşvan, kebanî, karker û mamoste hene. Şêniyên taxê bi armanca ku ew dikarin bi hev re tiştekî bikin hatin gel hev û pêşî navê koroyê diyar kirin û navê Koroya Newzên Vê Xakê li koroya xwe kirin. Piştî navê koroyê hat diyarkirin, endamên koroyê biroj karê xwe dikin û êvaran jî li cihê ku Şaredariya Mezîtliyê ji bo wan peyda kiriye xebatên xwe bi rê ve dibin. Koro piştî xebateke 3 mehan, niha hewl dide konsera xwe ya ewil li dar bixe. Dê konsera koroyê di 24’ê Gulanê de li Eywana Şano ya Amfiyê ya Mezîtliyê bê lidarxistin û dê bêheq be.    ‘ME BI HEV RE KIR’    Endama koroyê Gonul Yilmaz, destnîşan kir ku ew bi awayekî kolektif tevgeriyane û ji ber vê ew zaf kêfxweş in. Yilmaz bang kir ku ew di 24’ê Gulanê de li benda hemû mêrsîniyan e ku tev li konsera wan bibin.    Şefê koroyê Sezaî Çakir jî, diyar kir ku destpêkê ew dudilî bûn, lê belê li ser hewlanên Gonul Yilmazê wan biryara avakirina koroyê daye. Çakir, anî ziman ku ji bo ew newayên hemû gelan bibêjin ew tev geriyane û got: “Lê belê me ev yek heta konserê temam nekir. Em ê cara ewil konsereke gel li dar bixin. Lê belê dê ji niha û şûn ve hema xebata me ji bo gotina newayên hemû gelan be.”       ‘YA KU EM ANÎN GEL NEWA BÛN’    Endamê koroyê Emîn Sarigulê teqawidbûyî bi lêv kir ku stran hemû gelan tînn gel hev û got. “Çi qas xalên me yên cuda dibin bila bibin, lê ya me tîne gel hev newa ne. Ev yek jî nîşan dide ku jiyana bi hev re ya hemû gelan pêkan e.”