Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike

  • rojane
  • 09:22 4 Nîsan 2018
  • |
img

AMED – Xwînerên rojnameya Welat a ji ber çapxane nedît û neçar ma dawî li weşana kaxizê bîne diyar kirin ku dê tu carî dev ji zimanû nasnameya xwe bernedin û gotin: “Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike.” 

Li ser fermana hikumetê qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Piştî qeyûm tayînî çapxaneyê kirin, rojnameya Welat a ku tekane weşana kurdî li Tirkiyeyê dike jî ji ber çapxaneyê nedît, neçar ma ku dawî li weşana kaxizê bîne. Ji salên 90’î vir ve rojnameya Welat a ku kevneşopiya rojnameya Azadiya Welat şopand, peywîra dibistanek kurdî da ser milê xwe û bû çavkaniya fêrkirina zimanê kurdî. Ji ber vê yekê jî rojnameya Welat di dilê gel de kok berdaye. Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî yên li Amedê bertek nîşanî girtina rojnameyan dan. 
 
‘NIKARIN DENG Û ZIMANÊ ME KELEPÇE BIKIN’ 
 
Galîp Donen ê ku ji 1997’an vir ve xwîneriya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dike diyar kir ku her dem rojname û aboneyên xwe rastî zextan tên û got: “Li gel van zext û zoriyan jî tu demê, me dev ji ziman û nasnameya xwe bernede. Em ê dev jê bernedin jî. Ev zext jî nîşaneya pîvanên êrîşên li ser gelê kurd in. Dibe ku zextan bikin û qeyûm tayîn bikin, lê kes nikare deng û zimanê gel kelepçe bike.” 
 
Donen destnîşan kir ku neçapkirina rojnameyê tê wateya çapxaneyên li Tirkiyeyê dibin şîrîkê zilmê û çunkî rojnameya Welat hem cîhan hem jî kurdan agahdar dikir û ji ber vê yekê jê ditirsin
 
‘TU TIŞTEK NEGUHERIYE’ 
 
Sînan Demîr ê 15 sal e aboneyê rojnameya Welat e anî ziman ku ew rojnameya Welat wek dibistana zimanê dayika xwe dibîne û ji ber vê yekê jî girîngî dide xwendin û kirîna rojnameyê. Demîr got: “Bi sed salan e, me dipişivînin û dibêjin ‘Hûn tirk in, lê bi kurdî dixivin.’ Di navbera wê demê û vê demê de ferq nîne. Tu tiştek ne guheriye. Bêtehamuliya li dijî kurdî û kurdan e.” 
 
‘TENÊ BILA WELAT DI VÎ DERÎ DE BIKEVE HUNDIR’ 
 
Teymen Ozturk ê 16 sal e aboneyê rojnameya kurdî ye jî destnîşan kir ku dewlet dixwaze zimanê kurdî û weşangeriya kurdî ji jiyana kurdan derbixe û got: “Ji çapemeniya kurd ditirsin. Ji ber vê yekê jî heta çapxaneyan jî tehdît kirin e. Ji ber ku çapemeniya kurd rastiyê vedibêje. Rojnameya Welat ziman û nasnameya min temsîl dike. Beriya min jî bavê min vê rojnameyê dikirî. Em ê heta dawiya jiyana xwe li pey rojnameya kurdî bin. Fotokopî jî derkeve em ê bistînin, tenê bila Welat di vî deriyî bikeve hundir.” 
 
‘ÊRÎŞA LI SER ZIMAN E’ 
 
Ramazan Cevîz ê 18 sal in rojnameya Welat distîne jî da astengkirina weşana Welat wek êrîşa li ser zimanê kurdî û hebûna kurdan nirxand û wiha got: “Bi qeyûman û zextan dixwazin zimanê kurdî tune bikin. Ditirsin ku heqîqet ji gel re tê ragihandin. Navê vê bêhiqûqî û faşîzm e.” 
 
MA / Esra Solîn Dal 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye