Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike 2018-04-04 09:22:05 AMED – Xwînerên rojnameya Welat a ji ber çapxane nedît û neçar ma dawî li weşana kaxizê bîne diyar kirin ku dê tu carî dev ji zimanû nasnameya xwe bernedin û gotin: “Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike.”  Li ser fermana hikumetê qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Piştî qeyûm tayînî çapxaneyê kirin, rojnameya Welat a ku tekane weşana kurdî li Tirkiyeyê dike jî ji ber çapxaneyê nedît, neçar ma ku dawî li weşana kaxizê bîne. Ji salên 90’î vir ve rojnameya Welat a ku kevneşopiya rojnameya Azadiya Welat şopand, peywîra dibistanek kurdî da ser milê xwe û bû çavkaniya fêrkirina zimanê kurdî. Ji ber vê yekê jî rojnameya Welat di dilê gel de kok berdaye. Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî yên li Amedê bertek nîşanî girtina rojnameyan dan.    ‘NIKARIN DENG Û ZIMANÊ ME KELEPÇE BIKIN’    Galîp Donen ê ku ji 1997’an vir ve xwîneriya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dike diyar kir ku her dem rojname û aboneyên xwe rastî zextan tên û got: “Li gel van zext û zoriyan jî tu demê, me dev ji ziman û nasnameya xwe bernede. Em ê dev jê bernedin jî. Ev zext jî nîşaneya pîvanên êrîşên li ser gelê kurd in. Dibe ku zextan bikin û qeyûm tayîn bikin, lê kes nikare deng û zimanê gel kelepçe bike.”    Donen destnîşan kir ku neçapkirina rojnameyê tê wateya çapxaneyên li Tirkiyeyê dibin şîrîkê zilmê û çunkî rojnameya Welat hem cîhan hem jî kurdan agahdar dikir û ji ber vê yekê jê ditirsin   ‘TU TIŞTEK NEGUHERIYE’    Sînan Demîr ê 15 sal e aboneyê rojnameya Welat e anî ziman ku ew rojnameya Welat wek dibistana zimanê dayika xwe dibîne û ji ber vê yekê jî girîngî dide xwendin û kirîna rojnameyê. Demîr got: “Bi sed salan e, me dipişivînin û dibêjin ‘Hûn tirk in, lê bi kurdî dixivin.’ Di navbera wê demê û vê demê de ferq nîne. Tu tiştek ne guheriye. Bêtehamuliya li dijî kurdî û kurdan e.”    ‘TENÊ BILA WELAT DI VÎ DERÎ DE BIKEVE HUNDIR’    Teymen Ozturk ê 16 sal e aboneyê rojnameya kurdî ye jî destnîşan kir ku dewlet dixwaze zimanê kurdî û weşangeriya kurdî ji jiyana kurdan derbixe û got: “Ji çapemeniya kurd ditirsin. Ji ber vê yekê jî heta çapxaneyan jî tehdît kirin e. Ji ber ku çapemeniya kurd rastiyê vedibêje. Rojnameya Welat ziman û nasnameya min temsîl dike. Beriya min jî bavê min vê rojnameyê dikirî. Em ê heta dawiya jiyana xwe li pey rojnameya kurdî bin. Fotokopî jî derkeve em ê bistînin, tenê bila Welat di vî deriyî bikeve hundir.”    ‘ÊRÎŞA LI SER ZIMAN E’    Ramazan Cevîz ê 18 sal in rojnameya Welat distîne jî da astengkirina weşana Welat wek êrîşa li ser zimanê kurdî û hebûna kurdan nirxand û wiha got: “Bi qeyûman û zextan dixwazin zimanê kurdî tune bikin. Ditirsin ku heqîqet ji gel re tê ragihandin. Navê vê bêhiqûqî û faşîzm e.”    MA / Esra Solîn Dal