Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû

img

WAN - Rêbaza pansûmanê ya îktîdarê di karê tenduristiyê de nebû derman. Tundî zêde bû, bi hezaran bijîşk koçî derveyî welat kirin. ‘Çeteya Yenîdogan’ rizandinên xebatên tenduristiyê raxist ber çavan. 

Encamên wêranker ên "Bernameya Vegera Tenduristiyê" ku AKP'ê di sala 2003'an de da destpêkirin, bandora wê di sala 2024'an de bêhtir derket holê. Pergala lênihêrîna tenduristiyê ji ber ku li şûna xizmeta baş giranî dide ser hejmarê, nexweşxaneyan wekî karsaz û nexweşan wekî xerîdar dibîne û tenduristiyê radestî lijneyên bazirganiyê dike û ev polîtîka têk çûye. Hewldana çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên “pansûman” bû sedem ku krîz di nava salê de zêdetir kûr bibin.
 
Li nexweşxaneyan tundî zêd bû, bi hezaran kedkarên tenduristiyê welat terk kirin. Li nexweşxaneyan girtina randevûyê û xwe gihandina gelek dermanan pir zehmet bû. Rizînên qada tenduristiyê bi derketina holê ya ‘Çeteya Yenîdogan’ ve rewşa heyî bêhtir raxist ber çavan. Banga saziyên tenduristiyê yên ku dixwestin sîstemê biguherînin û sîstemeke tenduristiyê ya wekhev û azad ava bikin, hatin paşguhkirin.
 
DI TENDURISTIYÊ DE TUNDΠ
 
Di sala 2024’an de jî tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê dewam kir. Şîdeta fizîkî û derûnî ya li dijî xebatkarên tenduristiyê ji aliyê nexweş an jî xizmên wan ve kêm nebûye. Wezareta Tenduristiyê di çarçoveya "Reforma Spî ya Duyemîn" de "Plana Çalakiya 2022-2023 ya Pêşîlêgirtina Şîdetê ya Di Tenduristiyê" de dabû destpêkirin. Lêbelê, xebata ku di vê çarçoveyê de hate kirin tenê ji bo zêdekirina hejmara personelên ewlehî û ewlehiyê li nexweşxaneyan bû. Ev plana wezaretê tundiyê bi ser neket. Dema ku di sala 2023’an de herî kêm 9,035 xebatkarên tenduristiyê rastî şîdetê hatin, ev hejmar di sala 2024’an de hema hema du qat zêde bû.
 
JI 2 HEZAR 472 BIJÎŞKAN SERLÊDANA JI BO 'BELGEYA REWŞA BAŞ'
 
Di nava salekê de bi hezaran bijîşkên ku bi pirsgirêkên weke tundî, mobîng û mûçeyên kêm re têdikoşin, yan çûn derveyî welat yan jî îstifa kirin. Her çiqas hejmara nexweşxaneyan zêde bû jî di hejmara xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyan dixebitin de kêmbûneke cidî heye. Bijîşkan ji Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ‘belgeya rewşa baş’ xwestin. Li gorî daneyên TTB’ê; dema ku di sala 2020’an de 512, di sala 2021’an de 805, û di sala 2022’an de hezar û 684 daxwazên ‘belgeya rewşa baş’ hebûn, di 8 mehên ewil ên 2023’an de hezar û 964 kesên din heman daxwaz kirin. Dîsa di navbera 1'ê çile û 30'ê mijdara 2024'an de hezar û 359 bijîjk û hezar û 113 pispor bi tevahî 2 hezar û 472 bijîjkan ji bo ‘belgeya rewşa baş’ serlêdan kirin. Pêngava ku Wezareta Tenduristiyê avêtibû ew bû ku dema muayeneyê daxist 5 deqîqeyan.
 
TÊKOŞÎNA SENDIKAYÎ
 
 Wek salên borî, îsal jî zextên li ser sendîkayên muxalîf berdewam kirin. Xebatkarên tenduristiyê yên ku xwestin di sendîkayên mûxalîf de xwe bi rêxistin bikin rastî mobîngê hatin. Karker di sala 2024’an de neçar man bibin endamên sendîkayên nêzî hikûmetê. Endamên sendîkayên nêzî AKP'ê li nexweşxaneyan ji bo rêveberiyê hatin tayînkirin.
 
Li gel hemû zextan jî gelek sendîkayên wekî Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Şoreşger (Dev Saglik-Îş) li nexweşxaneyan dest ji mafê xwe yê sendîkayî bernedan.
 
DAXWAZA BÛDÇEYA DEMOKRATÎK
 
Xebatkarên tenduristiyê di tevahiya salê de li qadan bûn û pirsgirêkên ku jiyaye qîriyan. Karkeran daxwazên xwe yên ji bo rakirina wêraniyê, vegerandina mafên xwe û ‘jiyana mirovî’ anîn ziman. Daxwaza budceyê yek ji sernavên girîng bû. Di gelek nuqteyan de bi daxwaza ‘Em budçeya gel a demokratîk di berjewendiya kedê de dixwazin’ hate dayîn.
 
ÇETEYA YENÎDOGAN
 
Bûyera herî girîng ku di nava salê de xerabûna di qada tenduristiyê de derxist holê, geşedanên der barê ‘Çeteya Yenîdogan’ de bû, ku zarokên nûbûyî sewqî yekîneyên Yenîdogan ên nexweşxaneyên taybet ên ku berê bi wan re li hev kiribûn û bû sedema mirina 21 pitikan. Li Stenbolê der barê ‘Çeteya Yenîdogan’ ya ku bû sedema mirina pitikên ku ji bo ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pereyan bi dest bixin, sewqî beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyên taybet ên ku bi wan ra li hev kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê der barê 47 bersûcên ku 22 jê hatin binçavkirin de 1399 rûpelî îdianame amade kir. Bersûc bi îdiayên ‘bi armanca sûcê rêxistinê ava kirine’, ‘bi îhmalkarî kuştina bi qestî’, ‘xapîtî zirarê dide sazî û rêxistinên cemaweriyê’ û ‘sextekirina belgeyên fermî’ hatin sûcdarkirin. Di meha kanûnê de jî 15 kesên din hatin binçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin.
 
JI BIJÎŞKÊN MALBATAN ÇALAKIYA DEST JI KAR BERDANÊ
 
Di dawiya salê de bijîşkên malbatê dest bi rawestana kar kirin. Bijîşkên malbatê bi daxwaza vekişîn û betalkirina Peymana Bijîjkên Malbatê û rêziknameya 2’ê kanûnê dest bi 5 rojan rawestana kar kirin. Di çalakiyê de hat gotin, "Amûrên fizîkî û tibbî yên xizmetên tenduristiyê yên seretayî ku xizmeta gel e û Navenda Tenduristiyê ya Malbatê (ASM) divê ji aliyê gel ve bên dayîn. Ji bo xizmeteke tenduristiyê ya bi kalîte ji gelê me re dem û derfet bê dayîn. Heta Sîstema ku xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgir esas digire, divê hejmara ASM ji bo her bijîşkekî ji 2 hezarî derbas nebe bê zêdekirin.
 
Em di Bijîşkiya Malbatê de îstihdama bêewle û bê kadro qebûl nakin. Divê hemşîre, pîrik û teknîsyenên guncav li ASM’yan li gorî avahiya nifûsê werin tayîn kirin û vakslêdan û pratîkên din ên dermanên pêşîlêgirtinê werin piştgirî kirin û pêşve bibin. Divê bijîjk, pîrik, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê yên li ASM’yan dixebitin mûçeyek ku ji yek xala ku dê di teqawidbûnê de were xwedîkirin, di astek ku têra jiyana însanî ye û dema betlaneyê bistînin, nexweş bibin, neyê qutkirin were dayîn. Divê ji bo pêşîgirtina li şîdetê tedbîrên bi bandor werin girtin, ne rêziknameyên ku dê şîdetê di tenduristiyê de zêde bike, qanûnên tundiyê yên bi bandor werin derxistin û ewlehiya canê xebatkarên tenduristiyê were peydakirin.”
 
Bijîşkên malbatê, pisporên tenduristiyê û pîrik (ebe), li gorî van daxwazan wê di navbera 6-10’ê çileya 2025’an de dîsa dest bi çalakiyan bikin.
 
Sibe: Jin