BÎSAM’ê rapora xwe ya meha Tebaxê aşkera kir û sînorê birçîtiyê yê malbateke ji 4 ferdan pêk tê weke 26 hezar û 149 TL ragihand. Di raporê de sînorê xizaniyê jî weke 90 hezar û 450 TL hat aşkerakirin.
KESK û BES bi daxwaza ku kedkarên KHK’î vegerin karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin.
Ji ber krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, di nava 2 salan de li Wanê 700 esnafan dikanên xwe girtin. Serokê Odeya Firinvan û Loqentevanan Sabrî Işik, rewşa esnafên bajar weke “li ber îflasê ne” nirxand.
Di rûniştina ewil a komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” de beşdaran bal kişandin ser girîngiya ziman û gotin: “Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe û bi zimanê xwe nenivîsinin, hûn ê tune bibin.”
“Komxebata stratejî û polîtîkayên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî” sibe dest pê dike. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar diyar kir ku ew ê encamên komxebatê weke daxwaza zimanê Kurdî pêşkeşî îktîdarê bikin.
Weşanxaneyên bi zimanê Kurdî weşangeriyê dikin, bang li her kesî kirin ku di “9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê” de ku dê di 18-26’ê Cotmehê de bê lidarxistin, xwedî li berhemên Kurdî derkevin.