Civîna komîsyonê didome

  • rojane
  • 14:27 15 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Meclisê civiya. Komîsyon dê îro li jin û ciwanan guhdarî bike. 

 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin, bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş civîna xwe ya 15’emîn li dar dixe. Civîn dê ji du rûniştinan pêk bê û di civînê dê li jin û ciwanan were guhdarîkirin. 
 
Di rûniştina ewil a komîsyonê de dê li Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA), Weqfa Tîma Teknolojiyên Tirkiyeyê (T3), komeleya Avakerên Aştiyê ya Ciwan, Foruma Rêxistinên Ciwanan, Komeleya Ciwanan a Anatoliyayê û Yekitiya Xwendekarên Tirk a Neteweyî bên guhdarîkirin. 
 
Di rûniştina duyemîn de jî dê li Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM), Komeleya Jinan a 29’ê Cotmehê, Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, Komeleya Karsazên Jin a Tirkiyeyê (TÎKAD) û Komeleya Perwerde û Piştevaniyê ya Hazarê bên guhdarîkirin.