Bi sarbûna hewayê re liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan a li navçeya Rêya Armûşê, zêde bû.
Hat zanîn ku midûrê zabiteyan Mahmût Kavalci zextê li xebatkarên Şaredariya Êlihê yên endamên DÎSK GENEL-ÎŞ’ê dike ku sendîkeya xwe biguherînin.
Li Wanê ku berê ji ber zivistanên dijwar daxwaza êzing û komirê pir zêde bû, ji 14 esnafên bazara komir û êzingan 8 esnaf dikanên xwe girtine.
Endamên Koma Amed ku dê li Amedê konserê bidin, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li cihê le hatiye qetilkirin, bi bîr anî.
Şanoger Tuncay Ozel ku dê bi lîstika xwe ya “Keypa 12500” a dîroka Heskîfê vedibêje derkeve pêşberî şanohezan, got: "Ruhê axa Heskîfê ji bin axê derdikeve û hesabê dipirse. Ji qatil, dagirker û ji wêrankerê xwe hesab dipirse.”
Endamên Koma Amedê ji bo konsera ku dê sibe were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em gelek bi kelecan in. Em ê li Qada Newrozê konsera xwe bi coşa Newrozê bidin.”