Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

img

STENBOL - Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kirin. 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Meydana Esenyurtê ya Stenbolê duh bi dirûşma “Ji bo ked, aştî û edaletê em bi hev re têbikoşin” mitîngeke bicoş li dar xist. Tevlibûneke zêde ya mitîngê hebû. Welatiyên tev li mitîngê bûn, ji ajansa me re axivîn. Welatiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kirin.