Welatiyên Wanê têkildarî nîqaşên zema li ser kêmitîn mûçeyê gotin divê herî kêm 50 hezar TL be.
Welatiyên Enqereyê pêşniyarqanûna budçeyê nirxandin û xwestin budçeya ji bo şer tê veqetandin bo gel bê xerckirin.
Cotkarên ku li Deşta Mûşê çandiniya silqê dikin, diyar kirin ku bi buhayê hatiye dayîn ve nikarin lêçûnên xwe dabîn bikin û gotin: “Em roj bi roj ber bi îflasê ve diçin.”
“Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava” ya bi temayên “Çîrokên Hevpar û Sînemaya Azad” ku diyariyê 283 zarokên Kurd ên di Komkujiya Sînamaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatibû kirin dest pê dike.
Sabîr Ebdulahîzad ku ji rojhilatê Kurdistanê hatiye Wanê û li wir bicih bûye, hezar û 224 termên hiqûqî di ferhengekê de berhev kiriye. Abdulahîzad, niha jî Peymana Navneteweyî ya Medenî û Siyasî li Kurdî werdigerîne.
Xebatkarê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanli, zextên li ser komeleyê nirxand û da zanîn ku bi hinceta "qanûna sûcan" 520 hezar lîre ceza li komeleyê hatiye birîn û got: "Sûcê esasî wan kiriye. Em ê li dijî van zextan têkoşîna xwe bidomînin."