* Burhan Kartal ê ku ji bo serdana birayê xwe çûye girtîgeha bi navê “tîpa bîrê” ya li Edeneyê, got: “Dema mirov diçin zîndanan, rûyê dewletê dibîne. Li girtîgehan siyaseta şerê taybet tê sepandin.”
* D.E., ya ku xwe ji tiryakkêşiyê xilas kiriye, got: “Ji nêrînên mirovan direviyam. Ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Ez dizanim ku her sibeh şansek min a nû heye. Paqijmayîn zehmet e, lê mumkun e.” DOSYA
* Malbata Azat Taş ê ku rexmê rapora wî ya astengdariya zihnî ya ji sedî 62 heye û nexweşê epîlepsiyê ye û sê caran hatiye girtin, bertek nîşan da û banga "Hemû girtiyên nexweş serbest berdin" kir.
* Welatiyên Wanê têkildarî nîqaşên zema li ser kêmitîn mûçeyê gotin divê herî kêm 50 hezar TL be.
* Li rexekî gavên yekalî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd li cîhanê deng veda û li rexa din jî Komîsyona Meclisê hêj neçûye Îmraliyê. DBP'iyan bertek nîşan dan û got: "Divê komîsyon biçe Îmraliyê û deriyê heta dawiyê bê vekirin."
* Di serdema 23 salên îktîdara AKP'ê de herî kêm 8 hezar û 381 jin hatin qetilkirin û hezar û 381 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji Platforma Jinan a Wanê Ayşe Mînazê got: "AKP'ê mohra xwe li qirkirina jinan xist." DOSYA
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Odeya Endezyarên Makîneyê tev li bernameya sala 10'an a Partiya Şoreşger bibe. (13.00)
* Dayikên Aştiyê û TJA dê li navçeya Akdenîzê bi dirûşma "Li dijî tiryakê em xwe birêxistin bikin" meşê li dar bixin. (13.00)
* TJA dê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kursiyê deyne. (14.00) ZINDÎ
* Li dijî qirkirina xwezayê ya li Dêrsimê dê li Qada Seyîd Riza bi dirûşma "Em ê rê nedin talan û rantê, em ê biser kevin, jiyan dê bi ser keve" mitîng bê lidarxistin. (14.00) ZINDÎ
* TJA dê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Kadîfekaleyê bi dirûşma "Bi civaka demokratîk re ber bi jiyaneke bêtundî û azad ve" daxuyaniyê bide. (15.00)
