Ji ber krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, di nava 2 salan de li Wanê 700 esnafan dikanên xwe girtin. Serokê Odeya Firinvan û Loqentevanan Sabrî Işik, rewşa esnafên bajar weke “li ber îflasê ne” nirxand.
Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê, di meha Îlonê de herî kêm 206 karkeran û di 9 mehên ewil ên sala 2025’an de jî herî kêm hezar û 566 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber ku Bazara Mezin a Gel a dîrokî ya Wanê nehatiye restorekirin, dikandar zehmetiyan dikişînin. Ji dikandaran Azad Kaya got: "Her zivistan ji ber sobeyan şewat çêdibe. Em her sal ji ber vê diqilqilin."
Weşanxaneyên bi zimanê Kurdî weşangeriyê dikin, bang li her kesî kirin ku di “9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê” de ku dê di 18-26’ê Cotmehê de bê lidarxistin, xwedî li berhemên Kurdî derkevin.
Mihrîcana Çand û Hunerê ya ji hêla Şaredariya Nisêbînê ve tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir. Di axaftinan de beşdaran bal kişand ser “Pêvajoya Civaka Demokratîk” û biryardariya di têkoşînê de vegotin.
Lansmana 9’êmîn Fûara Pirtûkan a Amedê hate kirin. Di axaftinan de qedexeyên li dijî weşanên Kurdî hat rexnekirin.