Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket

  • rojane
  • 10:32 13 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Pêvajo di bin tecrîdê de ye” derket. 
 
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê di hejmara xwe ya 304’emîn de bi manşeta “Pêvajo di bin tecrîdê de ye” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de hevpeyvîna bi parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr re derxist manşeta û balê dikişîne ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 
 
Rojnameyê vê hefteyê cih da nivîsên nivîskar Lîlav Elî, Mizgîn Ronak, Aslan Ozdemîr, Kamran Simo Hedilî, Feratê Dengizî, Felemez Ûlûg, Cahîd Kirkazak, Hesen Huseyîn Denîz, Kurdistan Lezgiyeva, Ahmet Aktaş, Dr. Îsmet Konak, Zaza Cebelî, Nesrîn Navdar, Fatma Taşli Tunç û Hogir Berbir. 
 
Her wiha rojnameyê bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe cih daye mijarên jin, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, civakî û ekolojîk.