AMED - Pisporê Perwerdeya Taybet û çalakvanê mafên astengdaran Dr. Firat Gezer, bal kişand ser pirsgirêkên ku astengdar pê re rû bi rû ne û got, divê fikara malbatan a "Dema ez mirim dê çi bi zarokê min were" bê çareserkirin.
Roja 3’yê Kanûnê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî "Roja Astengdaran a Navneteweyî" hat ragihandin. Armanca wê, dabînkirina beşdarbûn û wekheviya astengdaran di jiyana civakî de ye û balkişandina ser pirsgirêkên wan e. Li gorî daneyên Nîsana 2023'an ên li Tirkiyeyê, di Pergala Daneyên Astengdaran a Neteweyî de 2 milyon û 511 hezar û 950 kesên astengdar ên zindî hatine qeydkirin; ji wan milyonek û 414 hezar û 643 mêr û milyonek û 97 hezar û 307 jin in. Hejmara kesên astengdar ên giran 775 hezar û 12 ye. Li Tirkiyeyê rêjeya beşdarbûna di nav kar de ji sedî 49,5 e, lê rêjeya beşdarbûna astengdarên ku dikarin bixebitin di nav kar de ji sedî 22 ye. Ji 90 hezar û 131 astengdarên ku dixebitin, 12 hezar û 223 kes di saziyên cemawerî de û 77 hezar û 908 kes jî di sektora taybet de dixebitin.
ROLA RÊVEBERIYÊN HEREMÎ
Pisporê Perwerdeya Taybet û Çalakvanê Mafên Astengdaran Dr. Firat Gezer, bal kişand ser pirsgirêkên ku astengdar dijîn û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê astengdar di gelek qadan de pirsgirêkan dijîn. Nexasim di zaroktî û di kamilbûn de rastî gelek pirsgirêkan tên. Di van serdeman de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Bi taybetî pirsgirêka dabînkirinê, li welatê me pirsgirêkeke ku bûye dijwar. Ji ber vê yekê girîng e ku rêveberiyên herêmî di vî warî de gavan bavêjin."
FIKARA MALBATAN
Gezer destnîşan kir ku malbat ji ber fikara "Dema ez mirim dê çi bi zarokê min were" dijîn û wiha pê de çû: "Ev hevoka malbatan di rastiyê de bêbaweriyê jî derdixe holê. Ev nîşan dide ku li gelek dezgehên cemawerî, bawerî bi xizmetên cemaweriyê tune ye. Ji ber vê yekê ew bi fikarên weha dijîn. Ji bo ku ev fikar bê çareserkirin, girîng e ku rêveberiyên herêmî gavan bavêjin. Rê li ber dabînkirina tenduristî, perwerde, veguhastin û gelek warên din were vekirin. Ew dikarin bi dabînkirinê ve gelek pirsgirêkan ji holê rakin, nexasim dikarin têkildarî beşdariyê fikren kirdeyan wergirin. Ew dikarin wan tevlî pêvajoyên beşdarbûnê bikin, ji bo jiyaneke bi hev re dikarin gelek biryaran bi kirdeyan re bidin."
‘EM ASTENGAN BI HEV RE RAKIN’
Gezer bal kişand ser daneyên TUÎK’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em li TUÎK’ê dinêrin, em dibînin ku hejmara astengdaran roj bi roj kêm dibe. Lêbelê em li lêkolînê bixwe dinêrin, em dibînin ku wan bi rêya lêkolînek mîna anketê ev encam bi dest xistine, wan rêbaza lêkolînê ya li gorî malbatî bi kar neanîne. Lê nîşan dide ku her çend tê payîn ku hejmara astengdaran di encama ewqas şer, erdhej û felaketên xwezayî de zêde dibe, kêmbûnek heye. Beşek mezin a welat ji astengdaran pêk tê. Ji bo wan gelek verastkirin hene ku bên kirin. Mixabin, xebat her tim tên taloqkirin. Ji bo mafên kesên astengdar, em dikarin bi verastkirinên qanûnî astengên heyî ji holê rakin. Ji bo vê jî divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire.”
MA / Fethî Balaman
