NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku têkildarî hevdîtina bi Abdulah Ocalan re daxuyanî da, ragihand ku Ocalan gotiye, "Di pêvajoya demkî ya em tê de ne, dê pêkanîna qanûneke aştiyê ya xweser û li ser esasê hiqûqa yekpare û diyardeyab tundiya siyasî û mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve."
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, li Girava Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin.
Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina di 2'yê Kanûnê de 4 saetan dewam kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona TBMM'yê re nirxandine. Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku Ocalan bal kişandiye ser hewldan û gotinên demên dawî ku li dijî pêvajoyê pêş dikevin û vê wekî sabotajê nirxandiye.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ji Çapemeniyê û Raya Giştî re
Me di 2'yê Kanûna 2025'an de li Îmraliyê hevdîtineke nêzî çar saetan bi birêz Abdullah Ocalan re kir.
Bandor û encamên erênî yên hevdîtina Komîsyona TBMM'ê ku hefteya borî pêk hat, hat nirxandin.
Birêz Ocalan, der barê gotin û tevgerên dijpêvajoyê yên di demên dawî de, hewldanên sabotajê yên li dijî hewldanên çareseriyê yên berê bibîr xistin. Li ser vê rewşa ku di hemû pêvajoyan de rû dide, wekî habîtusekê bal kişand ser mekanîka darbeyê. Destnîşan kir ku divê ev wekî xebateke darbeyê ya klasik neyê dîtin, wekî pêngaveke li dijî her gavên ji bo pêşxistina pêvajoyê û hewldanên afirandina hêvengeke talûke bê fêmkirin. Got, 'Di roja me ya îro de v derdor, hilgiriya van hêzên derveyî normê dikin. din li hemberî kevneşopiya mina terzek çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û aşkere ya wekî şêwazek darbeyê dixebite ku sed sala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye, îradeyek siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe' û ev nirxandin kir: 'Di pêvajoya demkî ya em tê de ne, dê pêkanîna qanûneke aştiyê ya xweser û li ser esasê hiqûqa yekpare û diyardeya tundiya siyasî û mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Em dikarin ji vê re bibêjin ku qanûna veguhêz a sedsala aştiyê.
Daxuyaniya me ya 27'ê Sibatê di vî warî bernameyek rênîşander e. Hemû gavên di vî warî de tên avêtin, berpirsiyariya me û armanca me ya jiyana hevbeş û biratiyî ya li ser vê xakê ye.
Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên dixwazin şansê rêvebirin û desthilatê rast bi kar bînin divê bi helwesteke durist nêzîk pirsgirêkên siyasî bibin û bibin nîvekarê çareseriya demokratîk. Ev pêvajo tê wateya ku Kurd bi rêya hiqûqê tev li komarê bibin û bi beşdariya herî berfihek a civakî komarek demokratîk bê avakirinê. Ez dixwazim bêjim ku em xwediyê îrade û biryarek xurt a pêşxistina pêvajoyê ne.'
Bi rêzdarî
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê
3 Kanûn 2025.”
