Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan

AMED – Nûnerên saziyên ku li dijî qirkirina daran li herêma Dorşîn a navçeya Pasûrê şitil çandin, diyar kirin ku divê dewlet dev ji polîtîkayên ji sermayeyê re xizmetê dike, berde.  

Li herêma Dorşîn a navçeya Pasûr a Amedê, qirkirina daran didome. Li dijî talanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk berû hatin komkirin û li quntara Dorşînê hatin çandin. Nûnerên saziyan li dijî qirkirina daran bertek nîşan dan û ji bo bidawîkirina vê rewşê bang kirin. 
 
Muzeyyen Sevîm a ku ji Platforma Ked û Demokrasiyê, tevli çandina şitilan bû, diyar kir ku armanca wê ya tevlibûnê ji bo hestiyariya li dijî xwezayê ye. Muzeyyen Sevîmê got: “Divê hemû civak li dijî li dijî qirkirina xwzayê di nava hestiyariyê de bibin asteng. Lewra em dizanin ku pêşeroja zarokên me bi xwezayê ve girêdayî ye. Ji ber talana xwezayê rewşa avhewayê guheriye. Demsal guherîne, baran û berf di wextên xwe de nabarin. Roj bi roj hişkesalî çêdibe. Ji ber vê divê ez bangî mirovan dikim ku li dijî mêtingeriya şîrketan bibin yek.” 
 
XWEZAYÊ TALAN TALAN DIKIN
 
Muzeyyen Sevîmê diyar kir ku şîrket ji bo berjewendiya xwe xwezayê talan dikin û ew ê li dijî vê yekê derkevin û wiha pê de çû: “Ger dewletê li dijî talana xwezayê qanûnek derxistiba dê kesî ewqas xweza talan nekira. Divê dewlet polîtîkayên ku ji sermayê ra xizmetê dike, biguherîne. Divê hemû qanûnên xwe ji bo parastina mirov, xweza û jiyanê saz bike. Ji ber polîtîkayên deweletê hişmendiya xwezayê bi mirovan re nemame ye.” 
 
POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ LI SER QIRKIRINÊ NE
 
Aktîvîstê ekolojiyê Mehmet Polat, diyar kir ku li Pasûrê qirkirineke cidî ya ekolojîk rû dide û got: “Pergalên dewletan li ser tunekirina jiyanê hatiye sazkirin. Em vê yekê herî zêde li Kurdistanê dibînin. Di demên dawî de li Kurdistanê qirkirinên cidî yên xwezayê çêdibin. Em ji bo rawestana talanê hewl didin. Hestiyariya gel a ekolojîk heye lêbelê li hemerî wan hêzek heye divê li dijî vê rewşê bertekên xwe nîşan bidin. Em jî ji bo vê yekê bi gel re li qadan in. Divê gel li dijî vê qirkirinê helwestê nîşan bide. Divê em li xwezaya xwe û li çanda xwe xwedî derkevin.” 
 
 ‘XWEZA HANASAYEK E’
 
Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) yê Amedê Bekîr Toprak diyar kir ku ew li dijî qirkirina daran a li Pasûrê beşdarî çalakiya çandina şitilan bûne û ev tişt got: “Em li vir ji bo xwezayê geş bikin tev li çandina daran bûn. Ev qirkirin, zirarê dide hemû zindewarên di xwezayê de. Xweza henaseyek e, hemû zîndeweran dide jîyin. Em niha di pêvajoya aştiyê de ne. Dewlet aliyekî pêvajoya aştiyê daye destpêkirin li aliyê din jî eko qirkirinek cidî dijî. Ji bo aştiyê divê qirkirina bidawî bibe, divê bi xwezayê re li hev were.”
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Aktivîstê Meclisa Ekolojîk a Amedê Mehdîn Aslan, got: “Em ê bi çandina şitilan ve xweza xwe ji nû ve zindî bikin. Ji bo xwedîderketina xweza xwe em ê têbikoşin. Ez li bir bangî her kesê dikim: Bila her kes li xwezaya me xwedî derbikeve. Nexwe dê bi eko qirikirinê va avên biçimiqin.”
 
Aktivîstê Komeleya Ekolojiyê yê Amedê Bişar Îçlî, diyar kir ku li Kurdistanê ji ber maden û qirkirina daran texrîbatek cidî diye û got: “Ev yek rûyek din ê şerê qirêj e. Heta bi xwezayê re li hev were, aştî pêk nayê. Hefteya berê li vir qirkirineke cidî hebû. Me bi awayek sembolîk li vir şitil û berûyê çand. Divê em xwedî li ernîgariya xwe derkevin. Nexasim li Kurdistanê helwdanên şîrketên sermayedar heye. Divê her kes xwedî li xwezayê derkeve û daran hêşîn bike.”
 
MA / Heval Onkol