MÊRDÎN - Bi sedema nûçeya bi sernavê “Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn”, der heqê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de dozgeriyê biryara neşopandinê da.
Bi hinceta nûçeya têkildarî nelirêtiya li Şaredariya Midyadê ya Mêrdînê, der heqê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de bi îdiaya “agahiyên xelet bi gel re parve kiriye” lêpirs3ın hatibû destpêkirin. Lêpirsîn, li ser giliyê şaredariyê hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Midyadê, têkildarî lêpirsînê biryara “bêrayetiyê” da. Piştî nelihevkirî çêbûy, dosyaya ji Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê dosya dîda ji serdozgeriyê re şand.
Serdozgeriya Komarê ya Midyadê jî got: “Sûcên li ser malperên nûçeyan ên înternetê divê di nava 4 mehan de doz were vekirin. Lêbelê parvekirinên bûne mijara giliyê di sala 2024’an de hatine kirin û dema vekirina dozê derbas kiriye. Ji ber ku sedema lêpirsînê çênebûye, biryara neşopandinê hatiye dayin.”
ÇI BÛBÛ?
Derketibû holê ku AKP’ê heqê lêçûnên di dema hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de kiribûn û yên lêçûnên Mihrîcana Çandê ya Midyadê nedabû. Piştî ev bûyer derketî holê, hate tespîtkirin ku Midûrê Nivîsgeha Taybet ê Şaredar Veysî Şahîn ê bi navê Halîl P. jî di nav de 4 xebatkarên şaredariyê nêzî 60 milyon TL ji qaseya şaredariyê derxistine û ji bo pereyê dijîtal razandiye. Di encama lêkolîna nava şaredariyê de hate îdiakirin ku pere li pereyê dijîtal hatiye windakirin û li ser vê yekê her 4 kes ji peywirê hatin dûrxistin. Şaredariya Midyadê bûyer derewandibû lê sedema avêtina ji şaredariyê ya wan kesan venegotibû.
Li ser giliyê Şaredariya Midyadê, der heqê rojnameger Kanbal de bi îdiaya “agahiyên xelet parve kiriye” lêpirsîn hatibû destpêkirin.
