QENDÎL - Di daxuyanya Tevgera Azadiyê ya Kurd de ku bi beşdariya 25 gerîlayên vekişiyayîn hate lidarxistin, hat gotin ku biryar di çarçoveya biryarên Kongreya PKK’ê û bi erêkirina Abdullah Ocalan hatiye dayin. Ji bilî rojnameger û hinek rêveberên cihî destûr nehat dayin kesek tev li merasîmê bibe. Sabrî Ok bi merasîmekê hate oxirkirin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd didome. Di vê navberê de, di çarçoveya biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de gavên nû tên avêtin.
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên kongreyê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi “Herêmên Parastinê yên Medyayê” ve tên vekişandin.
25 gerîlayê HPG û YJA Starê yên di demên cuda yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de vekişiyayîn jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, bi pêşengtiya Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok hat dayin. Tirkiya daxuyaniyê Sabrî Ok û Kurdiya wê jî ji fermandarên YJA-Starê Fermandara Eyaleta Serhedê Vejîn Dêrsim xwend.
Li gel her du navan, endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu jî pêşengtiya komê kir.
Li qada daxuyaniyê du wêneyên Abdullah Ocalan hatibûn daliqandin. Balkêş bû ku hem li cihê daxuyaniyê hem jî li têketin-derketina herêmê gelek endamên HPG’ê û YJA Starê hebûn. Ji saet 07.00’ê ve têketina qadê dest pê kir. Destûr hate dayin ku tenê rojnameger û hinek rêveberên cihî tev li bibin. Ser hemû beşdaran lêgerîn hate kirin. Destûr nehate dayin ku kesek bi telefona xwe têkeve qadê.
Eleqeyeke zêde ya çapemeniyê bo daxuyaniyê hebû. BBC, AFP, El Arabia, Reuters û gelek ajansên din ên navneteweyî jî daxuyanî şopandin.
Ber bi saet 09.00’ê ve liv û tevgera li herêmê jî zêde bû û Sabrî Ok, Vejîn Dêrsim û Devrîm Palum hatin qadê. Li pey wan jî gerîlayên vekişiyayîn tevî çekên xwe û bi rêzê têketin qadê. Gerîlayekî birîndar jî di nava komê de cih girt. Liv û tevgera bi disiplîn a gerîlayan, bal dikişand.
SERNAVÊN DI DAXUYANIYÊ DE DERKETIN PÊŞ
Piştî gerîla bi cih bûn, daxuyanî dest pê kir. Di daxuyaniyê de ev xisûs derketin pêş:
“*Pêvajo, di qonaxeke pir girîng û krîtîk re derbas dibe.
*Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandor li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê.
*Rexmî hemû nêzîkatiyên nebes yên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibe berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xûşk û biratiyê dayne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje. Li ser vî esasî, li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin.
*Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin.
*Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12’emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKK’ê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin.
*Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e.”
Sernavên di daxuyaniyê de derketin pêş, di dema bersivandina pirsên rojnamegeran de jî hatin destnîşankirin. Me, yasaya “Hiqûqa Veguhêz” ku di metnê de derbas dibû ji Ok pirsî.
Bersiva Ok wiha bû:
"Ji bo pêvajo li gorî daxwaz û bendewariya gelên me pêş bikeve, ev pêvajo bi gavên girîng gihşt roja me. Tam jî di vê pêvajoyê de hewcehî pê heye ku hinek xebatên hiqûqî jî bên kirin. Li hemberî tiştên heta niha tevgera me kiriye, hewceye bibîne ku di qada hiqûqî de hin tişt hatine kirin. An jî hinek gavên hiqûqî, pêvajoya veguhêz e. Hêj pêvajoyeke, ne pêvajoyeke qediyayî ye. Her ku gav tên avêtin jî dê pêş bikeve. Em dixwazin ku hinek yasayên taybet ên bi taybet ji bo PKK’ê an jî bi taybet ji bo pêvajoyê bên kirin. Ev ne efû ye, têkoşîna 50 salan heta roja me hat. Bi hewdlanên pir mezin ên Rêber Apo re em îro gihiştine qonaxeke pir girîng. Dikare hinek yasa û sererastkirinên taybet ên tenê mexsûsê vê rewşê bên çêkirin.”
Bi giştî ji 4 rojnamegeran pirs hatin girtin. Daxuyanî û beşa pirs-bersivan bi giştî 30 deqeyan domiya. Li rojnamegeran metnên bi Kurdî, Tirkî, Ingilîzî û Erebî hatin belavkirin. Piştre jî koma gerîla ketin rêzê û vegeriyan.
DIRÛŞMÊN ‘BIJÎ SEROK APO’
Koma gerîlayan, dema Sabrî Ok vedigeriya merasîma leşkerî li dar xist. Di vê navberê de li tevahiya qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û li dengê çepikan olan da.
Demek piştre jî rojnamegeran derfet dît ku bi hinek gerîlayên vekişiyayîn re hevdpeyvînan bikin. Bi taybet jî tevahiya ajansên navneteweyî bi navên hatibûn destnîşankirin re hevpeyvîn kirin.
Piştî temamkirina hevpeyvînan, telefonên li benda kontrolê hatin hilgirtin li rojnamegeran vegerandin.
MA / Azad Altay



