Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn

img
AGIRÎ - Cotkarên Agiriyê yên ku diyar kirin ku teyrokê li gulberojên wan xistiye, ji ber lêçûnên zêde bi gilî gazinc in. 
 
Li Agiriyê, gulberoj ku hilberîna wan di salên dawî de zêde bûye, ji bo cotkaran dibe cihê dahatele aborî. Gulberoj ku ji bo hilberîna rûn û çerezdaniyê tên hilberandi, hem ji bo rûn û hem jî ji bo hilberîna bîyodîzelê gelekî girîng in. Ji ber nirxa wan a aborî zêde ye hilberîna gulberojê li Agiriyê salane zêde dibe. Li Agiriyê salê li ser 44 hezar dekarî tên hilberandin. 
 
Yildirim Demîr (47) ê li herêma Qûlingo ya gundê Aşqale ê Agiriyê gulberojan diçîne, diyar kir ku wan berê berhemên wekî şekir, genim û ceh hildiberandin. Demîr got ku wan di salên dawî de ji ber nirxa aborî ya bilind a gulberojan dest bi hilberîna gulberojan kiriye. Demîr destnîşan kir ku wî îsal li ser 240 dekar erd gulberoj çandiye û got: "Ev berhem di 120 rojan de tê çinîn. Çandin di meha Gulanê de dest pê dike. Gulberoj berhemeke hinekî biha ye. Em berî çandinê sê çar caran erd diajon. Em ji çandinê heta çinînê serê donimê bi qasî 10 lître mazot xerc dikin. Min lîtreyek mazot bi 55 TL'yî kirî. Îsal, min tenê 140 hezar TL ji bo mazotê xerc kiriye. Ji ber ku traktora min heye, min hinek pere teserûf kiriye. Ger traktora min tunebûya, lêçûnên min dê zêdetir bûna."
 
TONA WÊ BI 40 HEZARÎ TÊ FIROTIN
 
Demîr bal kişand ser bihabûna tovên gulberojê ji ber ku ew ji derve tên û got: "Tov ji Çînê tên. Me 10 kîlo tov bi 13 hezar TL'yî kirî. Ev tov berî ku bigihîje cotkar çend destan diguhere. Ji ber vê yekê biha ewqas zêde ye. Min ji bo zeviya xwe ya 240 donimî tov bi 160 hezar TL'yî tov kirî. Em tona gulberojan bi 40-50 hezar TL'yî difiroşin."
 
Demîr got: "Me 500 hezar TL mesref kiriye. Me her wiha ji bo pêşîgirtina li giyayên nebaş bi qîmeta 50 hezar TL'yî dermanên kêzikan kirî. Em her wiha pereyê avê jî didin. Ava me ji bendaveke ku ji hêla Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve hatiye çêkirin tê. DSÎ, vê avê bi bihayekî pir zêde dide me. Em ji bo her heyamê 354 TL pere didin. Mesrefa keda çandina gulberojan zêde ye. Ji ber ku ji aliyê mirovan ve tê tevrikkirin. Ji ber ku ev hemû bi destan tên kirin, rojane bi navînî 100 karker heta berhevkirinê dixebitin. Îro, mûçeya rojane ya karkerekî/ê hezar û 500 TL ye. Îsal, me ji bo her karkerekî/ê tenê 150 hezar TL da." 
 
Demîr destnîşan kir ku gulberoj berhemek e ku bi pelên xwe xwedî dibe û got: "Mixabin, îsal teyrokê li gulberojan xist. Niha dema ku em li berheman dinêrin, em dibînin ku pelên wan tijî qul in. Ev ê bibe sedema berhemeke kêmtir. Îsal nêzîkî % 50'yê berhemê winda bûye. Ji ber ku lêçûnê pir zêde ne, hemû pereyên cotkaran ji bo tov, gubre û dermanên kêzikan tên xerckirin. Ji ber vê yekê piraniya cotkaran nikarin zeviyên xwe sîgorte bikin. Di rewşa karesateke xwezayî de, cotkar rasterast zirarê dibînin."
 
Demîr destnîşan kir ku lêçûna gulberojên ku wî îsal çandiye 1.2 milyon TL bûye û got: "Piştgiriya hikûmetê pir kêm e. Pereyê ku tê dayîn tenê bi qasî mesrefa mazotê ya ji bo donimekî ye. Mirov nikare ji vê re bêje piştgirî." 
 
Demîr destnîşan kir ku divê dewlet bernameyên teşwîqê ji bo teşwîqkirin çandiniyê zêde bike û got ku divê ji bo berhemên ku cotkar diçînin garantî hebe.
 
MA / Omer Akin