Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû

img
SEMSÛR - Şîna ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li warê wî Semsûrê hatibû danîn, di roja 3’yan de bi dawî bû. 
 
Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li Taxa Karapinarê ya Semsûrê şîn hatibû danîn. Şîna Onder, di roja 3’yan de bi dawî bû. Şîn, ji hêla malbat û hezkiriyên wî ve hatibû danîn û di nava 3 rojan de bi hezaran kes hatin serdanê. Di roja dawî de jî Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Şaredarê Semsûrê yê CHP’î Abdurrahman Tutdere, rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk hatin serdanê. 
 
Pîrên Elewî yên di saetên zû yên serê sibehê de hatin serdana şînê, Gulbang gotin. Piştî nimêja nîvro jî mewlûd hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê, xwarin hate belavkirin. Şîn bi duayên hatine kirin bi dawî bû.